Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin

  • rojane
  • 12:18 6 Kanûn 2025
  • |
img
STENBOL- Îlham Ehmed ku di "konferansa Navneteweyî" de axivî, got: "Em dixwazin bi Tirkiyeyê re di nava diyalogê de bin. Em dixwazin sînorên me vebin. Em dixwazin pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bi ser bikeve." 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê li dar xist. Ji bo konferansa ku dê du rojan bidome, ji danê sibê ve gelek kes gihîştin ber navenda çandê. Dema ku derî vebûn, beşdaran li hola navenda çandê cihên xwe girtin. Di konferansê de ku eleqeyek mezin ji bo wê heye, gelek siyasetmedar, parêzer û çalakvanên neteweyî û navneteweyî li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibatê de hat destpêkirin û her wiha ezmûnên xwe yên cîhanî nîqaş kirin.
 
Piştî axaftina vekirinê û xwendina peyama Abdullah Ocalan, Seroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi rêya Zoomê axivî.
 
Îlham Ehmedê got: "Em niha li Sûriyeyê di qonaxekê re derbas dibin. Piştî rejîma Baasê em ketine serdemeke nû. Em hewl didin hikûmeteke demokratîk ava bikin. Gelek pirsgirêk hene. Lêbelê, em hemû li vir in - Ereb, Kurd, Tirkmen. Em hemû di bin rejîma Baasê de dihatin kuştin. Lê niha derfetek me heye ku em di nava aştiyê de bijîn. Pêdiviya me bi diyalogê heye. Di dema rejîma Baasê de, me -Ereb, Ermenî, Tirkmen- di navbera xwe de peymanek îmze kir. Peymanek der barê ziman, çand û her tiştî de hebû. Li vir, me azadiya jinan jî parast. Ev gaveke girîng bû ji bo wekheviya jinan. Her çend li her derê şer hebû jî, li herêma me avakirin hebû. Gelek êriş hebûn. Lêbelê, bi vê pergal û peymanê, me hem xwe û hem jî çanda xwe parast. Me di bin vê peymanê de baweriyên xwe bi azadî pêk anîn. Rêveberiya xweser ji bo Sûriyeyê pir girîng e.
 
Eger lihevkirinek demokratîk çêbibe û maf bên naskirin, vê pergalê di dema Abdullah Ocalan de li Sûriyeyê bû bandoreke girîng li ser gelê Sûriyeyê kiriye. Ger rêveberiya xweser îro roleke girîng dilîze, ev ji ber bandora wî ye. Ez îro nîqaşên li ser aştiyê girîng dibînim. Divê bi îradeyekê werin nîqaşkirin. Dema ku pêvajo li Tirkiyeyê dest pê kir, me bandora wê tavilê dît. Şer bi dawî bûye. Em dixwazin bi Tirkiyeyê re di nava diyalogê de bin. Bila sînorên me werin vekirin. Ev girîng in. Ji ber vê yekê, em bi baldarî li benda serketina vê pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê ne û dua dikin. Divê yên ku hîn jî behsa şer û pevçûnê dikin, bêdeng bimînin. Tirkiye dikare vê yekê bike. Di vê wateyê de, divê piştgiriya aştiyê zêde bibe. Tirkiye bi hikûmeta Şamê re di danûstandinan de ye; bi me re rêyeke wê heye. Rojhilata Navîn ji nû ve tê sêwirandin. Rola Tirkiyeyê li vir jî girîng e. Ger Tirkiye bi Sûriyeyê re aştiyê pêk bîne, ew ê ji vê rewşê di rewşek çêtir de derkeve. Ji ber vê yekê aştî girîng e. Divê aştî bê tirs were xwestin. Em piştgirîya dabeşkirina welatan nakin. Ne li Sûriyeyê û ne jî li deverek din ti armancek me ya wisa tune. Em baweriya xwe bi jiyana hevbeş tînin. Em hewl didin ku bi Tirkmen, Ereb û Kurdan re bi awayekî komunal bijîn. Em ê vê yekê bidomînin.
 
Em bang li serokê DYA'yê dikin û dibêjin, ger her tim behsa 'aştîyê' dike, bila ew jî hewl bide ku li Tirkiye û Sûriyeyê aştîyê pêk bîne, lê aştîyeke watedar. Îro, ew dibêje, divê her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe da ku dayik careke din negirîn û xwîn careke din nerije. Divê em piştgirîya aştîyê bikin."

Sernavên din

06/12/2025
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
16:45 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:42 Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin