ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 26 Tebax 2025
  • |
img
* Hat ragihandin ku Yasîn Kaya yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê, ji ber ku lixwekirina şimikan red kiriye, sewqa wî ya nexweşxaneyê hatiye redkirin. Her wiha nameyeke girtî jî hatiye desteserkirin. 
 
* Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk Huriye Kabayelê got: "Pêvajoya heyî ji bo me elewiyan dîrokî ye. Divê em vê pêvajoyê bi baldarî binirxînin, jê sûd wergirin û vê yekê ji her kesî re rave bikin. Divê ev wekî gelê elewî erka me ya sereke be."
 
* Bestekar û strannivîs Şanar Yurdatapan diyar kir ku girîng e ku pêvajo berdewam dike û got: "Divê bi du sûcên mezin; Qirkirina Ermeniyan, siyaseta asîmîlasyonê ya li dijî kurdan û zilma li wna hatiye kirin re hevrûbûn çêbibe." 
 
* Ji parêzerên Mandela Kisten Govender, bal kişand ser wekheviyên di navbera têkoşîna Abdullah Ocalan û Mandela de û got: "Daxuyaniyên Ocalan ji bo her kesî hêviya aştî, edalet û serfiraziyê didin der."
 
* Endama Komîsyona Meclisê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê got: "Ez difikirim ku mijara çûna komîsyonê ji bo Îmraliyê û guhdarîkirinê, dê di hefteyên pêş de çêbibe."
 
* Di serdema qeyûm de li Şirnexê baxçeyê tîkane hatibû çêkirin û terkî rizîbûnê hatibû kirin. Li şûna heman baxçeyê niha jî baxçeyeke sûnî yê bi bi milyonan TL’an hate çêkirin. 
 
*  Welatiyên li Enqereyê dijîn têkildarî komîsyona li Meclisê hatiye avakirin axivîn û gotin ku pêdiviya welat bi aştiyeke mayinde heye. 
 
* Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê di 31’ê Tebaxê de li Meydana Rihtimê ya Kadikoy a Stenbolê mitîngê li dar bixe. 
 
* Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê têkildarî aktîvîsta mafên jinan a Azerbaycanî Nanaxanim Babazade ku tê xwestin were dersînorkirin, li avahiya xwe daxuyaniyê bide. (13.00)
 
* DEM Partî dê di çarçoveya çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li navçeyên Stenbolê çalakiyan li dar bixe. (16.00-19.30)