Civîna Rêveberiya Xweser û HTŞ’ê taloq bû

  • rojane
  • 16:38 24 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Civîna ku îro dê di navbera nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de li paytexta Fransa Parîsê bihata lidarxistin, taloq bû.
 
 
Hatibû plankirin ku îro dê di navbera nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de li Fransayê civînê bihata lidarxistin. Beriya ku heyeta Rêveberiya Xweser bigihêje Fransayê, hate ragihandin ku civîn taloq bûye. 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Nûnerê Fransayê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kerîm Qemer, anî ziman ku civînê ku îro hatibû plankirin, hatiye taloqkirin.