ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 13 Tîrmeh 2025
  • |
img
*Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ku merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk şopand, got êdî tu hincetên dewletê nemaye û divê gavan biavêje. 
 
* Ayşe Çîçek ku xwîşka Alî Çîçek e, diyar kir ku têkoşîna azadiyê bi têkoşîna birayê wê û hevalên wî gihiştiye van rojan û got: “Alî wê demê digot ‘helbet dê rojekê aştî bibe lê em ê nebînin.’ Bi gotina wî bû.” 
 
* Welatiyên Amedê têkildarî merasîma dîrokî axivîn û gotin ku divê êdî dewlet jî gavan biavêje û ew daxwaza aştî, azadî û wekheviyê dikin. 
 
* Li Êlihê di 139 civînê gel de ji 25 hezar kesan re “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hate vegotin. 
 
* Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Tara Hussein diyar kir ku wan gelek biryar dane, li pêşiya wan xebatên hevpar hene û got ku jin li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekitiyê xebatan dikin. 
 
* Dîmenên qirkirina daran a li Herêma Bestayê û gundê Bîlîgayê, asta qirkirina xwezayî ya li herêmê radixe pêş çavan. 
 
* Wekîlên DEM Partiyê îmhakirina çekan nirxandin û gotin divê Meclis ji bo çareseriyê bi roleke çalak rabe. 
 
* Şahidên rojiya mirinê ya li Girtîgeha Amedê, bi bîr xistin ku berxwedana 14’ê Tîrmehê bi ruhekî fedaî hatiye kirin û gotin: “Wî ruhê berxwedêr ê wan rojan ev roja me jî diyar kir. Bersiva geşedanên îro li cîhanê diqewimin, avakirina civaka demokratîk e.” 
 
* Ekolojîst û xelkê herêmê dê li dijî talankirina xwezayê ya li Zozana Hesendînê ya navçeya Pasûr a Amedê daxuyaniyê bide. (13.00)
 
* Li Amed û Stenbolê dê bi boneya sala 43’yan a “Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’yan” panel û merasîma bîranînê bê lidarxistin. (15.00-17.00)