ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 7 Tîrmeh 2025
  • |
img
*Aktîvîstê Mafên Mirovan ê Hindistanî Miloon Kotharî diyar kir ku banga Abdullah Ocalan qad ji paradîgmaya neteweya demokratîk vekiriye û got: “Têkoşîna gelê Kurd îlhamê dide ji ber ku têkoşîneke berfireh e.” 
 
*  Dixwazin li ser çemê Nerdûşê ya li quntara Çiyayê Cûdiyê bendav û HES çêbikin û ev proje dê bandorê li 12 gundan bike û jiyan wê di bine avê de bimîne.
 
* Li gundê Korxa ya Licê xebata Kana Kalker jinûve destpê kir û ji ber vê xebatê daristan, jiyana hemû zindiyan û şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye.
 
* Endamê OHD’ê Yakup Demîr diyar kir ku divê saziyên civakî û rêxistinên hiqûqî beşdarî pêvajoyê bibin û ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan esas e.
 
* Rojnameger Aslan Aslan diyar kir ku bi biryara bêçekbûnê ya PKK’ê re dê komeke ji 20 kesan pêk tê bi awayekî sembolîk û bi torenekê çekan bişewitînin. 
 
* Danişîna doza qetilkirina Cîhan Can dê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bê lidarxistin. (10.00-15.00) 
 
* ÎHD dê encama lêkolînên têkildarî pêvajoya “Aştiya Civakî û Demokratîkbûnê” li navenda giştî parve bike. (12.00)
 
* Endamên Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike. (12.00-15.00)