Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiyên lêgerîna nava dev red kirin

  • rojane
  • 09:28 9 Nîsan 2025
  • |
img
ENQERE -  Li girtiyên nexweş Suat Oguz û Mehmet Tîryakî bi hinceta ku li dijî zexta lêgerîna nava dev derketine, 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê hate birîn û sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.  
 
Binpêkirinên li girtîgehan ên li dijî girtiyên nexweş her ku diçe zêdetir dibin. Li girtiyên nexweş Suat Oguz û Mehmet Tîryakî ku li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tên ragirtin, sepana lêgerîna nava dev hate ferzkirin. Li gorî agahiyên malbatan dane, girtiyan ev sepan red kirin lewma dermanên wan nehatin dayin û nebirin nexweşxaneyê. 
 
NAŞÎNIN NEXWEŞXANEYÊ
 
Suat Oguz, 13 sal berê li Sêrtê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Di dozê de cezayê muebbedê lê hate birîn. Oguz, nexweşê zerikê (Hepatît B) ye, di 4 cihan de fitqa wî ya piştê heye û piştî bi şewba Covîd-19’ê ketî jî di kezeba wî de pirsgirêk derketiye. Bavê Oguz, Rifat Oguz anî ziman ku kurê wî lêgerîna nava dev qebûl nekiriye lewma sewqî nexweşxaneyê nayê kirin û got: “Girtiyên din jî bi heman rewşan re rû bi rû dimînin. Dermanên ku divê kurê min bi kar bîne qediyane. Ev derman tenê di bin kontrola bijîşkan de dikarin bên dayin. Ji ber ku li dijî vê sepanê derketiye, cezayê 3 meh qedexeya hevdîtinê hatiye dayin.” 
 
Birayê Mehmet Tîryakî, Serkan Tîryakî jî da zanîn ku di serê birayê wî de parçeyên şarapnalê hene û nexweşiyên wî yên pergala hilmijînê hene. Tîryakî, got: “Kekê min jî mîna girtiyên din sepana lêgerîna nava dev qebûl nekir. Lewma ji bo 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê hatiye birîn.”