STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo ku bipirse ka pereyên ku ji bo Hatîce Onaran şandine çawa hatine xerckirin ji girtîgehê re daxwazname şand.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kampanyaya xwe ya şandina pereyan a ji bo Hatîce Onaran ku yek ji endama wan e ku bi hinceta 'fînansekirina rêxistinê' ji bo şandina pereyan hatibû girtin, didomîne. Di vê çarçoveyê de di daxuyaniya ku li ber Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê hat dayîn pankarta; "Zextên edlî yên li ser parêzvanên mafên mirovan bi dawî bikin. Hatîce Onaran ne bi tenê ye" hat vekirin. Piştî daxuyaniyê ji bo aqûbeta pereyên ji Hatîce Onaran re hatine şandin bipirsin ji gelek girtîgehan re daxwazname hatin şandin.
Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û diyar kir ku ew ê ji bo betalkirina cezayê ku dane Hatîce Onaran têbikoşin û daxwazname ji rêveberiyên girtîgehê re şandine û xwest ku bi raya giştî re parve bikin ku ev pere şandine ku derê. Yolerî diyar kir ku ew ê ji Girtîgehên Jinan ên Elezîz, Gebze, Edîrne, Şakran, Tekirdag û Marmarayê re nameyan bişînin û wiha got: "Em li ser navê girtiyan her roj qala 450 Lîreyên li girtîgehê tên razandin dikin. Divê bi me û raya giştî re parve bikin ku ev 450 TL li ku derê hatiye xerckirin. Em li benda ravekirineka maqûl in bê ka kirînên ji kantîna girtîgehê hatine kirin çawa fînansmanê didin terorîzmê. Ji bo vê jî emê nameyan bişînin girtîgehê. Em ê bersivê bi raya giştî re parve bikin."
Piştî daxuyaniyê daxwazname ji rêveberiyên girtîgehan re hat şandin.