Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê

  • rojane
  • 11:52 18 Sibat 2025
  • |
img
AMED - Danişîna doza rojnameger Bêrîtan Canozer hat lidarxistin ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin. Salek û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. 
 
Danişîna doza rojnameger Bêrîtan Canozerê ku ji ber parvekirinên ser medyaya dijîtal ên di sala 2015’an ên têkildarî qedexeya derketina kolanan a li Sûr a Amedê de tê darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Bêrîtan Canozer neçû danişînê lê parêzerê wê Muharrem Erbey amade bû. 
 
Parêzer Erbey di danişînê de got ku rojnamegeriya li herêmê weke sûc tê hesibandin û bûyerên tên ragihandin weke sûc tên nîşandan. Erbey, got ku hêmayên sûc ên madî û manewî çênebûne û daxwaza beraetê ji bo miwekîla xwe kir. 
 
Dadgehê jî biryara xwe eşkere kir û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 3 meh cezayê hefsê da. Dadgehê, biryara taloqkirina cezayê betal kir û biryar da ku hukm were cîbicîkirin.