Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya

  • rojane
  • 13:54 17 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê de li ser telefonê li Ahmet Turk geriya. 

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku du caran bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, îro li Hewlêrê bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê pirsa Ahmet Turk ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê kir. 
 
Endamên şandeyê jî qala pirsgirêkên tenduristiyê yên Ahmet Turk kirin û gotin bi vê boneyê nekariye tev li hevdîtinan bibe. Li ser vê yekê Nêçîrvan Barzanî di dema hevdîtinê de li ser telefona endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li Ahmet Turk geriya û pê re axivî. Hat zanîn ku Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê ji bo Ahmet Turk şîfaya xêrê jê re xwest û rewşa wî ya tenduristiyê jê pirs kir. 
 
MA / Azad Altay