Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin

  • rojane
  • 13:41 17 Sibat 2025
  • |

WAN - Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir piştî serdana rêxistina DEM Partiyê ya Wanê axivî û got: “Em îradeya xwe nadin û dê nedin. Em ê bi hev re bixebitin. Ev ne tenê pirsgirêka Wanê, pirsgirêka 86 milyon hemwelatiyan e.”

Çalakiyên protestoyî yên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li bajar dest pê kirin didomin. Şandeya CHP’ê ya bi serokatiya Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir, hate Wanê. Şandeya CHP’ê çû serdana DEM Partiyê ya Wanê û piştre jî daxuyaniyeke hevpar da. 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî axivî û got: “Gelê Wanê di hilbijartina 31’ê Adarê de sekna xwe nîşan da. Lê mixabin îradeya gelê Wanê xesp kirin. Dixwazin bi vê zextê re pêşiya demokrasiya welêt bigirin û nehêlin aştiya civakî û hiqûq pêş bikeve. Lê bila baş bizanin ku gelên Tirkiyeyê vê bêhiqûqiyê qebûl nakin.” 
 
‘EV BÊRÊZÎ TENÊ LI XELKÊ WANÊ NEHAT KIRIN’ 
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî ev tişt anî ziman: “Mixabin îradeya gel tune dihesibînin. Anku dibêjin ‘Em kengî bixwazin dikarin kompasê li ber îradeya milyonek û 200 hezar hemwelatiyan deynin û memûrekî xwe lê tayîn bikin.’ Ev bêrêzî ne tenê li gelê Wanê kirin, her wiha li dijî 85 milyon welatiyan tê kirin. Bêrêziyeke li dijî îradeya gel, demokrasî, edalet û hiqûqê ye. Me li gorî serê xwe negot ku pêvajoyên darazê li ser fermanên îktîdarê tên destpêkirin. DMME’yê bi xwe di vê mijarê de Tirkiye mehkûm kir. Tu hukmê hatiye dayin tune ye. Em bangî gelên Tirkiyeyê dikin; em ê li dijî vê êrişa li dijî îradeya jiyaneke azad û birûmet, di her şert û mercan de ji bo aştiya civakî û pêkvejiyanê têbikoşin. Em di wê baweriyê de ne ku 85 milyon hemwelatiyên me bêçare nînin.” 
 
‘HER SIBEHÊ EM BI BÊHIQÛQIYEKE NÛ ŞIYAR DIBIN’ 
 
Serokwekîlê Koma CHP’ê Mahîr Başarir jî got: “Gelê Wanê walî ne hilbijartiye lê şaredarê xwe hilbijart. Mixabin cara sêyemîn e dixwazin gelê Wanê mehkûmî qeyûm bikin. Em ê vê qebûl nekin. Em dixwazin hemû qeydên demokrasiyê û dewleta hiqûqê bên cîbicîkirin. Lê em her sibehê bi bêhiqûqiyeke nû ya tayînkirina qeyûman şiyar dibin. Niha 10 madeyên têkildarî maf û azadiyên sereke yên Destûra Bingehîn ji holê hatine rakirin. Mixabin ku serdozgerekî li Enqere û Stenbolê Tirkiye dîl girtiye. Qanûn zelal e û dibêje sûcên têkildarî peywira xwe. Di şaredariyên AKP’ê de nelirêtî heye, bertîl heye lê yek lêpirsîn tune ye. Lê li vir der heqê hevşaredar de yek lêpirsîn tune ye lê li şûna wî walî tayîn dike. Tekane derdê serokkomar pere ye û dixwaze pereyê van şaredariyan ji weqfan re bişîne ku ji bo hilbijartinan bi kar bîne.” 
 
‘EV PIRSGIRÊKA 86 MILYON WELATIYAN E’ 
 
Başarir, axaftina xwe wiha qedand: “Em ji bo bertek nîşan bidin hatin vê derê. Em qebûl nakin û dê qebûl nekin. Em teslîm nebûn û dê nebin. Em îradeya xwe nadin û dê nedin. Em ê bi hev re bikin. Ev ne tenê pirsgirêka Wanê, pirsgirêka 86 milyon hemwelatiyan e. Bila kesek nebêje tiştek bi min nabe, nexwe dê di sersibehekê saet di 06.00’ê de li deriyê we jî bixin. Lewma ji bo demokrasî, hiqûq û edaletê em ê bi hev re bin. Em ê îradeya Wanê, milyonek û 200 hezar welatiyên Wanê bi tenê nehêlin.” 
 
Piştî axaftina Başarir, wekîlên CHP’ê jî axivîn.