Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir

  • rojane
  • 13:36 17 Sibat 2025
  • |
img

AMED - Rojnameger Şehrîban Aslan a ku bi îdiaya “binpêkirina nepeniya jiyana taybet” dihat darizandin, beraet kir.

Duyemîn danişîna doza ku derbarê nûçegihana JINNEWS’ê Şehrîban Aslan de bi hinceta nûçeyên hin rêveberên Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê ji bo pêdiviyên xwe wesayitên midûriyetê bi kar tînin, bi hinceta nûçeyên ku ji bo pêdiviyên xwe yên şexsî bi kar tînin, doz hatibû vekirin. Şehrîban Aslan dema ku nikarîbû beşdarî rûniştina dozê ya li 16'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat dîtin, parêzerê wê Resûl Tamur amade bû. Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MGK), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) jî danişîn şopandin.
 
Dozgeriyê di danişînê de nêrîna xwe pêşkêş kir û beraetê xwest. Parêzer Resûl Tamûr jî diyar kir ku ew bi vê nêrînê razî ne û daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir.
 
Heyeta dadgehê piştre biryara xwe eşkere kir û biryara beraetê da.