Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin

  • rojane
  • 12:05 17 Sibat 2025
  • |
img

ENQERE - Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku îxtîmala mayindebûna aştiya Tirkiyeyê heye û got: “Divê ji ewil demkrasî û edalet çêbibe ku mirov dema gotinên xwe dikin xwe bi ewle hîs bikin.” 

Parastvana mafên mirovan Prof. Dr. Şebnem Korur Fînanci têkildarî nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Şebnem Korur Fîncanci, diyar kir ku îktîdar hêj jî di pirsgirêka Kurd de polîtîkayên tundiyê dimeşîne û tevî nîqaşên ser çareseriyê jî her roj kesan digire û binçav dike. Şebnem Korur Fîncanci, got: “Lewma jî gotina Bahçelî ya ‘Bila Ocalan li Meclisê biaxive’ nabe pêvajoya aştiyê yan jî çareseriyê. Ji bo aştî û çareseriyê divê ji ewil gel di navbera xwe de aştiyê bikin. Divê civak hevdu nas bike û qebûl bike. Her wiha divê mafên wan bên dayin, zext bên bidawîkirin û hesta edaletê xurt bibe. Em dibînin ku tu ji van pêk nehatine. Têkildarî pêvajoyê tekane tişta em dizanin, hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ne. Ji bo pirsa gelo ji vir dikare pêvajoya çareseriyê yan jî aştî çêbibe? Ez nikarim gotineke hêviyê dide bibêjim.” 
 
'DERFETÊN PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ TUNE NE’
 
Şebnem Korur Fîncanci, bal kişand ser newekheviyên li dijî Kurdan û got: “Heta ku ev hebin em ê çawa ji hev bawer bikin? Ji ewil divê em ji hev bawer bin. Divê em bi hev re pêwendiyan deynin. Derfetên vê li Tirkiyeyê tune ne. Li gorî min niha derfetên pêvajoya çareseriyê nînin. Ji ewil divê edalet û demokrasî pêk bên ku mirov bikarin bi rehetî gotina xwe bikin û bên cem hev. Ev yek gelek girîng e. Divê dewlet jî şefaf be nexwe dê pêvajoyeke teoriyên komployê dest pê bikin. Ev jî dê bike ku bawerî tune bibe. Gotina ‘Tirkiyeya bêteror’ xizmetê ji dijminatiyê re dike. Heke we kesek weke ‘teror’ pênase kir, hûn maf didin aliyê din jî ku ew jî wisa ji we re bibêje. Hema hema nîviya gelê Tirkiyeyê wisa tê pênasekirin. Berevajî vê, divê şert û mercên pêkvejiyanê bên avakirin.” 
 
SEDEMA PIRSGIRÊKÊ ÇEK E YAN NETEWE-DEWLET E? 
 
Şebnem Korur Fîncanci, nîqaşên têkildarî “berdana çekan” rexne kir û ev tişt anî ziman: “Gelo mirov jê re bibêje pirsgirêka Kurd? Di vê mijarê de ez ne zelal im. Li gorî min li Tirkiyeyê pirsgirêka netewe-dewletê heye. Em dikarin wisa pênase bikin. Divê em li şûna vê têgehê, şert û mercên me tevan bi yekdorê dicivîne ava bikin. Ne tenê Kurd, neteweyên din jî pirsgirêka netewe-dewletê dijîn. Vê pergala yekperest, ev civak ji derfetên demkrasî, aştiyê bêpar hişt. Lewma jî pêdivî bi mekanîzmayên vê rewşê ji holê radikin hene. Îktîdar xwe neçar dimîne ku çareseriyê peyda bike. Li herêmê şerên wekaletê didomin. Gavên ji bo jinûvexêzkirina sînoran didomin. Kurd di nava sînorên çar dewletan de tengijîne. Divê dewlet ji bo çareseriyê jidil be û derfetên ku Kurd xwe azad û xwedî maf dibîne biafirîne.” 
 
'TEVEGERA KURD JIDIL E’
 
Şebnem Korur Fîncanci, bal kişand ser helwesta tevgera Kurd a li dijî pêvajoyê û got: “Em dikarin bibêjin jidil in. Lê divê hemû alî jidil bin. Demîrtaş hêj girtî ye û ev rewş nêzikatiya wan nîşan dide. Daxwaza berdana çekan daxwaza dewletê ye. Bêguman bila çek bisekinin û kes nemire. Lê ji bo vê bawerî lazim e. Xuyaye ku ev bawerî tune ye.” 
 
'DIVÊ CIVAK WEKE AKTOR TÊ DE CIH BIGIRE’ 
 
Şebnem Korur Fîncanci, anî ziman ku civak di mijar abaweriyê de pirsgirêkê dijî û got: “Siyasetmedar di nava pêwendiyan de ne lewma dibe ku cuda bifikirin. Lê baweriya gelan tune ye. Ev ji bo her du aliyan jî derbasdar e. Bêguman bêyî îradeya gel pêvajoya çareseriyê nabe. Divê tevahiya derdorên civakî weke aktor di pêvajoyê de cih bigirin. Rêxistinên civaka sivîl û kedê li gorî bêhtir bêhtir di pêvajoyê de cih digirin. Xwebirêxistinkirin şert e, bêyî rêxistinbûnê aştî nabe, edalet û demokrasî nabe. Li hêla din CHP û muxalefet xwe weke parçeyeke pêvajoyê hîs nake. Heta ev hest nebe gavavêtin zehmet e. Dîsa jî gotinên Ozgur Ozel erênî dibînim. Li hêla din divê Meclis rol bilîze. Meclis niha bêbandor e û divê dîsa were çalakkirin û bibe Meclis.” 
 
'AŞTIYEKE MAYINDE PÊKAN E’
 
Şebnem Korur Fîncanci, axaftina xwe wiha qedand: “Aştiyeke mayinde ya li Tirkiyeyê pêkan e. Ev jî bi hevrûbûnê dibe. Divê Tirkiye komkujiyên di dîroka xwe û ya Osmaniyan de hatine kirin re hevrû bibe û ev yek dê ji bo aştiyê gavekî baş be. Ji bo vê divê em ji hev lêborînê bixwazin. Divê em bibêjin ka faîlan çima ev komkujî kirine, faîlan bibîne û derfetê bide ku faîl lêborînê bixwazin.” 
 
MA / Mehmet Aslan