NAVENDA NÛÇEYAN - Lêpirsîna “pisporan” a der heqê Ekrem Îmamoglû de hate temamkirin. Di îdianameyê de hat xwestin ku di navbera 2 û 4 salan de ceza li Îmamoglû were birîn.
Lêpirsîna pisporan a der heqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de hatiye destpêkirin temam bû. Di îdianameyê de hat xwestin ku ji ber sûcê “hewl da bandorê li kesê karê darazê dike, pisporan an jî şahidan bike” ji 2 salan heta 4 salan cezayê hefsê were birîn û daxwaza qedexeya siyasî hate kirin.
Îmamoglû, di daxuyaniya xwe ya di 27’ê Çileyê de navê kesê pipsor eşkere kiribû û bêusûliyên di raporê de vegotibû. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî ji ber van axaftinan, bi îdiayên “Pispor hedef nîşan da ye” û “Hewl da bandorê li kesê karê darazê dike bike” lêpirsîn dabû destpêkirin. Serdozgeriyê lêpirsîna xwe temam kir û îdianame amade kir. Serdozgeriyê xwe ji ber tawanbariya “Hewl da bandorê li xebatkarê darazê, pisporan û şahidan bike” ji 2 salan heta 4 salan cezayê hefsê li Îmamoglû were birîn û biryara qedexeya siyasetê jê re were dayin.