Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî

  • rojane
  • 10:54 17 Sibat 2025
  • |
img

HEWLÊR – Di hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî de rojevên sereke peyamên Abdullah Ocalan, yekîtiya neteweyî û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindar da zanîn ku Barzanî piştgiriyê dide pêvajoya hevdîtinan û ev rewş dê li Kurdan bide qezenckirin. 

Şandeya Îmraliyê di 28’ê kanûna 2024 û 22’ê çileya 2025’an de li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û piştî hevdîtinan şande serdanên xwe didomîne. Şandeya Îmraliyê ji 15’ê sibatê vir ve li Herêma Federal Kurdistanê serdanên xwe didomîne. 
 
Di hevdîtinan de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin.
 
Şandeyê hevdîtina xwe ya ewil duh bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re pêk anî, peyam û silavên Abdullah Ocalan bi Barzanî re parve kir. Ofîsa Ragihandinê ya Barzanî diyar kir ku Barzanî piştgiriyê pêvajoya hevdîtînan û di vê mijarê de amadeye peywira ku dikeve ser milê wî pêk bîne.
 
MIJARÊN KU DERKETIN PÊŞ
 
 
Li gorî agahiyên ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi dest xistiye di hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Barzanî de gelek mijar hatine destgirtin. Di hevdîtina mijara sereke peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Şandeyê têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, Mesûd Barzanî agahdar kirin. Hat gotin ku di pêvajoyê de fikrên hemû aktorên Kurd girîng in. 
 
Di hevdîtinan de mijareke  din jî yekîtiya Kurdan bû. Hat destnîşankirin ku divê di alozî û krîzên Rojhilata Navîn de deskeftiyên Kurdan bên parastin û ji bo vê jî hemû aktor û rêxistinên Kurdan bi hev re tevbigerin. Her wiha mijareke din jî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina van deskeftiyan e.
 
Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir di hevdîtinan de cih digire û têkildarî hevdîtinan axivî. Bayindir da zanîn ku bi Barzanî re hevdîtineke girîng pêk anîne û helwesta ku hatiye nîşandan erênî ye.
 
CIVÎN ERÊNÎ DERBAS DIBIN
 
Bayindir diyar kir ku silava Abdullah Ocalan ragihandine û têkildarî pêvajoya hevdîtinan Barzanî agahdar kirine û wiha got: “Şandeya me hem ji bo fikir û pêşniyarên birêz Barzanî bigire û hem jî birêz Ocalan pêvajoyeke çawa xeyal dike agahiyên berfireh parve kir. Di pêvajoya aştî û çareseriyê de ku li Tirkiyê were pêşve xistin, me di çarçoveya geşedanên herî dawî yên li herêmê û Kurdistanê de civînek berfireh pêk anî. Civîna me, samîmî, germ û erênî derbas bû.
 
BARZANÎ PIŞTGIRÎ DA
 
Bayindir bal kişand ser peyamên Abdullah Ocalan û diyar kir ku Ocalan dixwaze di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de divê hemû dînamîk rol bigirin û ev daxwaz ji Barzanî re ragihandine û wiha got: “Me peyama birêz Ocalan a ‘fikir û pêşniyarên hemû kesî girîng in’ parve kir. Me dît ku birêz Barzanî pir erênî nêzî fikra birêz Ocalan dibe. Nemaze jî xetere û firsendên ku Kurd rûbirû mane hatin nirxandin, di vê mijarê de di serî de ew bi xwe jî divê hemû kes çi ji destê wan tê pêk bîne  û hêvîdar e ku di kaos û gengeşiyên Rojhilata Navîn de dê bi selametî bi ser bikevin û di vê mijarê de hêvîdar e. Ji bo vê jî dê hewldanên xwe bidomînin.”
 
Barzanî di hevdîtinê de tîne ziman ku îradeya aştiyê û helwesta erênî ya birêz Ocalan dê li hemû Kurdan bide qezenckirin. Bayindir wiha got: “Got ku li wir bi pêşketina çareseriyê pir girîng e û ji bo pêvajo çareserî û aştî bi pêş bikeve dê hewldanên xwe bidomînin.”
 
DÊ DAXUYANÎ BÊ DAYÎN
 
Bayindir da zanîn ku dê hevdîtinên xwe li Sîlaniyê bidomînin û wiha got: “Heteya me dê piştî hevdîtinan daxuyaniyeke nivîskî ya berfireh parve bike.”
 
Bayindir diyar kir ku Ocalan ji Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNK’ê Bafel Talabanî û Cîgirê Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Qubat Talabanî peyam şandine, ev peyam parve kirine û wiha got: “Em ê fikrên birêz Ocalan ya derbarê van aktoran de ji wan re vebêjin. Aktor çawa nêzî pêvajoya ku birêz Ocalan  daye destpêkirin dibin, dê di vê pêvoyê de roleke çawa bigirin hemûyan berhev bikin. Di hevdîtinan din de dê hemû bi birêz Ocalan re bên parvekirin.”
 
‘DIVÊ HEMÛ KURD PIŞTGIRIYÊ BIDIN’
  
Bayindir xwest hemû Kurd piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û wiha axivî: “Ji bo pirsgirêka Kurd ji zemîna pevçûnan derkeve di zemîna demokratîk de çareser bibe dixwaze însiyatîfeke dîrokî bi pêş bixe. Îradeyê nîşan dide. Di serî de muxalîfên Tirkiyeyê, partî û hemû hêzên Kurdistanê, saziyên civakî di vê pêvajioyê de rola xwe bi cih bînin. Her wiha dixwaze di zemîna demokrasî û azadiyê de ji bo gelên Kurdistanê çareseriyê bi pêş bixe.”
 
Bayindir da zanîn ku armanca Ocalan ew e ku di vê rewşa aloz de Kurd bi xisareke biçûk bigihêjin armanca xwe û got, “Her wiha dibêje ku divê hemû aktorên Kurd piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û piştgiriya wan pir bi nirx e. Em di wê baweriyê de ne ku di pêvajoyeke wiha de dê hemû aktorên Kurd ji bo îradeya aştiyê ya birêz Ocalan seferber bibin û piştgiriyê bidin. Her wiha birêz Barzanî jî bi awayekî aşkera anî ziman ku dê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.” 
 
MA / Azad Altay