Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye

  • rojane
  • 10:17 17 Sibat 2025
  • |
img

AMED -  Seroka Giştî ya Înîsiyatîfa Maf Fatma Bostan Unsal diyar kir ku ji bo aştiyê firsendeke nû ava bûye û got: "Divê civaka sivîl û tevahiya civakê zextê li siyasetmedaran bike ku gavan biavêjin." 

Seroka Giştî ya Înîsiyatîfa Maf Fatma Bostan Unsal têkildarî nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd û hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re axivî. Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku rewşa heyî ji bo çareseriyê firsendeke nû çêkiriye û got: “Lê bêguman ev nayê wê wateyê ku ev firsend dê bi awayekî otomatîk bi ser keve. Divê siyasetmedar, civaka sivîl û tevahiya civakê rê nîşan bide û gavan biavêje.” 
 
Fatma Bostan Unsal, destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd gelek hatiye vehêlandin û wiha got: “Sedema nîqaşa nû, geşedanên li herêmê ne. Li Sûriyeyê hevsengiyeke nû hate avakirin. Li vir firsendeke nû çêbû ku hinek akademîsyen jê re dibêjin ‘Vegera li Mîladê.’ Ez jî wisa dibînim. Geşedanên li Sûriyeyê mîladeke. Firsendek ketiye destê Tirkiyeyê.” 
 
'MÎNAKA PÊVAJOYA PAX ROMANA’
 
Bi domdarî Fatma Bostan Unsal bal kişand ser pêvajoya “Pax Romana”yê ku bi Latînî tê wateya “Aştiya Romayê” û wiha got: “Bêguman Roma bi dagirkeriya xwe ya li sê parzemînan di rojevê de bû. Zêdetir Aştiya Romayê bû. Anku divê aştî û pergal hebe. Ya ku divê Tirkiye jî bike ew e ku li Sûriyeyê aştiyê pêk bîne û ji bo vê gavên raste biavêje. Divê ev firsend wisa bê bikaranîn. Tiştên li Girtîgeha Amedê hatin kirin, weke sûc dîtina zimanê Kurdî, cezakirina kesên bi vî zimanî diaxivin û hwd. veguherî pirsgirêkeke mezin a Kurdan. Çareseriya vê pirsgirêkê bi bidawîkirina van binpêkirinan dibe. Zimanê Kurdan qedexe bû û divê ev rewş bidawî bibe. Divê dev ji sepanên weke qeyûman berdin. Ev dê bibe gavekî girîng. Aştiya Tirkiyeyê bi misogerkirina mafên Kurdan a di destûra bingehîn de pêkan e.” 
 
'HEKE QEDEXE NEBIN PIRSGIRÊK JÎ NABIN’ 
 
Fatma Bostan Uysal, axaftina xwe wiha qedand: “Dema pirsgirêk hate çareserkirin, êdî wateya nîqaşa li ser jî namîne. Heke îro nîqaş li ser pirsgirêka Kurd bên kirin, ev tê wê wateyê ku binpêkrinên mafan didomin. Ji bo bidawîkirina van binpêkirinan divê di hiqûqê de hinek guhertin bên kirin. Di pêvajoyên aştiyan de gelek provakasyon tên kirin. Anku her tişt bi rêk û pêk nameşe. Lewma tayînkirina qeyûm weke sepaneke xetere dibînim. Lê li dijî van pirsgirêkan divê em bêhtir qala mafên mirovan û aştiyê bikin. Divê raya giştî, rêxistinên civaka sivîl bêhtir dengê xwe derxînin û siyasetmedaran neçarî aştiyê bikin. Li cihê aştî tune be, gef li ser jiyana mirovan heye. Vaye Filistîn mînaka wê ye. Lewma aştî girîng e. Piştre tiştên din pêş dikevin. Lewma em dibêjin aştî.” 
 
MA / Mujdat Can