ÎZMÎR - Welatî û nûnerên saziyan ên Îzmîrê bertek nîşanî xespkirina îradeyê dan û gotin: "Qeyûm ne tenê pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka demokrasiyê ye. Divê em bi hev re dengê xwe derxînin, ji bilî vê rêyeke me nîne. Em mecbûr in di navbera Wan û Îzmîrê de pirekê ava bikin."
Li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan 3 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn û di 15’ê Sibatê de waliyê bajar Ozan Balci li şûna wî weke qeyûm hate tayînkirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm didomin. Welatî û nûnerên saziyên Îzmîrê têkildarî tayînkirina qeyûm axivîn.
‘EM BI HEV RE DIKARIN BI SER KEVIN’
Ji welatiyan Utku Tutar bal kişand ser berxwedana gelê Wanê ya li dijî tayînkirina qeyûm û got: “Divê tevahiya gel dengê xwe derxîne. Heke em dengê xwe bilind nekin dê li şaredariyên bajarên mezin ên Stenbol û Enqereyê jî qeyûm bên tayînkirin. Li gorî min divê gelên me bêhtir bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em ê bi yekitiya xwe bikarin serkevin. Divê em bi çalakiyên xwe vê nîşan bidin.”
'EM Ê TESLÎMÎ FAŞÎZMÊ NEBIN’
Endama Piştevaniya Mpr Dîdar Gul jî diyar kir ku qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye tayînkirin ne qeyûmê cara ewil e û ev tişt anî ziman: “Li dijî van polîtîkayên dijminatiyê yên li dijî gelê Kurd em dikarin bi xwebirêxistinkirin û bi hevgirtinê vala derxînin. Polîtîkayên qeyûman ne yekalî ne. Qeyûmên tên tayînkirin weke karê ewil saziyên jinan digirin û xebatkarên jin ji kar derdixînin. Weke êrişeke topyekûn derdikevin pêşiya me. Li dijî vê divê em jî topyekûn li ber xwe bidin. Ji bilî vê tu rêyên me nînin. Em mecbûr in di navbera Wan û Îzmîrê de pirekê ava bikin. Li dijî vê pêşveçûna faşîzmê divê em bi hev re dengê ked, aştî û azadiyê bilind bikin û em ê teslîmî qeyûman û vê pêşveçûna faşîst nebin.”
‘HIQÛQÎ NÎNE’
Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk Firat Dîkmen jî destnîşan kir ku ev sê serdem in îradeya gel tê xespkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema vê ew e ku îrade û mafên gel nas nakin. Em jî ji bo mafên me bên naskirin li dijî qeyûm in. Qeyûm dê biçin lê em ê her li vir bin. Li gorî me hiqûqî nînin û ji bo bi hiqûqê bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘EM JIYANEKE BIRÛMET DIXWAZIN’
Dayika Aştiyê Şukriye Tunç jî bertek nîşanî polîtîkaya qeyûm da û ev tişt anî ziman: “Mafên gelê me ku berhema kedeke mezin in, tên binpêkirin. Ev dewlet ne tenê ya wan e. Tenê bi yekkesî nabe. Ev welat bi Kurdan, Tirkan û Elewiyan dikare bibe. Em dixwazin azad bijîn. Em dîlbûyînê û koletiyê qebûl nakin. Em dixwazin bi awayekî birûmet bijî. Her kes bi îradeya xwe diçe ser sindoqê û dengê xwe dide. Çima îradeya mirovan desteser dikin?”
'QEYÛM PIRSGIRÊKA DEMOKRASIYÊ YE’
Ji welatiyan Sedat Çelîk jî wiha got: “Polîtîkaya qeyûman ne tenê pirsgirêka gelê Kurd, pirsgirêka demokrasiyê ye. Bi sala ye polîtîkayên înkar û tunekirinê tên meşandin lê encamek jê derneket. Kesek nikare îradeya gel tune bihesibîne. Dîroka me dîroka berxwedanê ye. Wekî Pîr Seyîd Riza gotiye; ‘Me bi derew û hîleyên we nekarî û ev ji bo me bû derd, lê çi dibe bila bibe me jî serî li ber we netewand û bila ev jî ji bo we bibe derd.’ Bi rastî jî tişta ji wan re bûye derd ev e. Em polîtîkayên înkar û tunekirinê qebûl nakin. Gel her tim mafdar e û dê teqez bi ser keve.”