Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ji piştve kelepçekirî hat binçavkirin

  • rojane
  • 06:01 15 Sibat 2025
  • |
img

WAN – Di dema serdagirtina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn ji pîştve kelepçekirî hat binçavkirin.

Di roja 5’emîn a çalakiya nobedê de polîsan bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a  Wanê de girtin û li hundirê avahiya şaredariyê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî hat binçavkirin. Hatûn bertek nîşanî tayînkirina qeyûm û êrîşa polîsan da û ji piştve hat kelepçekirin û binçavkirin. Di dema binçavan de xwestin serê Hatûn xwar bikin û piştî demekê Hatûn serbest hat berdan.