* Rojnameger Şoxan Mîrza bertek nîşanî bêdengiya hikûmetên Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê ya li dijî rojnamegerên hatine qetilkirin da û got: “Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin hedef tên girtin.”
* Di îtîrazê de biryara beraetê ya dadgeha herêmî ya ji bo polîsê ku li navçeya Hezexê bi wesayîta zirxî Mîraç Mîroglû qetil kir, hat betalkirin. Doza Miroglû dê dîsa bê lidarxistin.
* Endamên Tora Parastina Jinê ya Eskîşehîrê diyar kirin ku armanca wan bi kampanyaya "Ez Te Dibînim, Bi Te re Me" ew e ku li dijî tundiya mêran hevgirtina bi jinan re xurtir bikin û gotin: "Em dixwazin werin cem hev û xeta xweparastinê ya hestyarî û hevgirtinê ava bikin."
* Bendava ku DSÎ dixwaze li ser Çemê Nêrdûşê çêbike dê zirarê bide gundên dîrokî yên ku qada SÎT'ê ne. Fadil Bedirhanoglû got ku dê bîranînên wî jî bi bendava ku wekî "projeya felaketê" bi nav kir bikevin bin avê.
* Li Stenbolê ji bo girtina 10 kesên hilbijartî ku di nav wan de cîgirên şaredaran jî hen, "lihevhatina bajêr", koma WhatsAppê û qeydên HTS yên telefonê yên 10 salî wekî hincet hatin nîşandan.
* Dadgeha Bilind biryara beraetê ya dadgeha herêmî ya der heqê polîsê li navçeya Hezexê zarokê bi navê Mîraç Mîroglû qetil kiribû, betal kir. Doza Mîroglû dê jinûve bê ldarxistin.
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1338’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)
* Şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih û Îzmîrê û Xizmên Windakiriyan dê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” li dar bixin. (12.00-13.00)
* Ji bo protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê li Parka Feqiyê Teyran a li ser Cadeya Cumhuriyetê daxuyanî bê dayin. (13.00)
* Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş dê di hefteya 545’an de li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin. (13.30)
*Çalakiya “Rûniştina F” ku Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê her hefteyê ji bo girtiyên nexweş li dar dixe, di hefteya 673’yan de li pêşiya avahiya şaxê were lidarxistin. (13.30)
* Li gelek bajaran dê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê meş bên lidarxistin û daxuyanî bên dayin. (14.00-18.00)