Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin

  • rojane
  • 07:45 15 Sibat 2025
  • |
img

WAN – Polîsan bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girtin û 6 rojnameger hatin binçavkirin. 

Piştî ku 3 sal û 9 meh ceza li Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn li dijî vê biryarê çalakiya nobedê hat destpêkirin. Polîsan di roja 5’emîn a çalakiya nobedê de bi ser avahiya şaredariyê de girt. 
 
Di serdagirtina polîsan de nûçegihana JINNEWS’ê Rabî Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, rojnameger Medîne Mamedoglû, Rûşen Takva û Behçet Bayhan hatin binçavkirin. Rojnameger bi zextên polîsan re rûbirû bi man. 
 
PIŞTÊ VE KELEPÇE KIRIN
 
Her wiha Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hatûn û rojnameger bi piştî ve hatin kelepçekirin û hatin binçavkirin. 
 
Piştî demekê Hatûn serbest hat berdan.