Tulay Hatîmogûllari: Divê mercên azad ku Ocalan bikare bixebite bên avakirin

  • jin
  • 15:29 27 Tebax 2025
  • |
STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê komîsyon tavilê bi Ocalan re hevdîtinê bike û got: “Divê mafê hêviyê yê birêz Ocalan bibe rojev û mercên ku bixebite tê de bi rehetî bixebite û bi hemû derdoran re hevdîtinê bike bên avakirin.” 
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya “Hevdîtinên jinan ên di avakirina aştî û civaka demokratîk” de li Karşi Sanat a li navçeya Beyoglû ya Stenbolê çalakî li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Malbatên Pirsûsê, Malbatên 10’ê Cotmehê û gelek jin tev li bûn. 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civînê de axivî û got: “Mixabin, dîrok û bîra me tijî êş e. Ev êş ewqas kûr in ku heke me nikarîbûya têkoşîna xwe bi hişmendiya siyasî û evîna aştiyê bimeşanda, ev êş dê di hundirê me de kûr bimaya. Hûn, jinên hêja, ew kes bûn ku karîbûn van êşan veguherînin têkoşînê. Em deyndarê Dayika Berfo, Dayika Sakîne, Dayika Emîne Ocak û Ferdane Kiliç in. Em deyndarê Besra Erol in, ku hîn jî ji ber axaftinek li ser gora kurê xwe yê wêrek li Pirsûsê girtî ye. Bê guman, her kes dikare behsa aştiyê bike. Lê di vê pêvajoyê de, peyama herî hêja ya aştiyê, peyama ku hûn, dayik û jinên hêja, ku dilê we herî zêde dişewite, bidin, girîngiya dîrokî heye û pir bi qîmet e.”
 
‘DIVÊ EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN’
 
Tulay Hatîmogûllari wiha domand: "Têkoşîna ji bo demokrasî, wekhevî û edaletê têkoşîna herî hêja ya cîhanê ye û di seranserê dîrokê de, jin her gav mijar û kirdeyên sereke yên van têkoşînan bûne. Û em bê westan xebitiye da ku têkoşîna ji bo aştiyê di jiyana me de xurttir bibe, veguhere rêxistinek bihêztir û beşdarî avakirina komareke demokratîk bibe. Aştî tenê bi danûstandinên berdewam ên di navbera Enqere û Îmraliyê de nayê bidestxistin. Ji ber vê yekê, heke me duh yek organîze dikir, divê em îro pênc organîze bikin. Ger em bi hezaran derketin kolanan, niha divê em bi deh hezaran bikin. 
 
Divê em li her taxê meclisên jinan ava bikin û li her parêzgeh û navçeyê meclisên jinan ên bihêz ava bikin. Bi baweriya me bi vê têkoşînê, ez bawer dikim ku bi têkoşîna hevbeş a ku ji hêla we, jinên hêja, dayikan û hemî jinên li Tirkiye û herêmê ve tê meşandin, û bi têkoşîna yekgirtî ya Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Jinên Tirkiyeyê em ê aştî û civatek demokratîk bigihînin astek pir bihêztir.”
 
‘DIVÊ KOMÎSYON TAVILÊ BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE’ 
 
Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser komîsyona li Meclisê hatiye avakirin û xwest gavên şênber biavêje. Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku divê komîsyon çareseriyê biafirîne û astengkirina axaftina bi Kurdî ya li komîsyonê bi gotina “Em astengkirina Kurdî qebûl nakin. Dibêjin pirsgirêka Kurd çi ye? Vaye pirsgirêka Kurd ev e.” şermezar kir. Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku divê komîsyon tavilê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û taloqkirina vê hevdîtinê nayê qebûlkirin. 
 
‘HEWCEYE GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN’ 
 
Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku divê girtiyên nexweş û yên siyasî bên berdan, biryarên AYM û DMME’yê bên cîbicîkirin, ji bo çareseriyê gavên şênber bên avêtin, sepana tayînkirina qeyûman bi daî bibe û hevşaredarên ji peywirê hatine dûrxistin tavilê vegerin ser peywira xwe. 
 
‘MAFÊ HÊVIYÊ’
 
Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku divê “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bibe rojev, şert û mercên xebatê yên azad ji Abdullah Ocalan re bên avakirin û bikare bi hemû derdoran re hevdîtinê bike. 
 
Hevdîtin, bi pirs û bersivan bi dawî bû.