Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê da aktivîsteke jin

  • jin
  • 14:22 26 Tebax 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgehek Îranê salek cezayê girtîgehê da aktivîst Mutehere Guneyî. 
 
Li gorî malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, Şaxa 29’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, salek cezayê girtîgehê da aktivîsta mafê jinan Mutehere Guneyî. Hate gotin ku ceza bi hinceta "Propagandaya li dijî dewlet û bêrêziya li hemberî rêberê olî yê Îranê’ hatiye dayin. 
 
MUTEHERE GUNEYÎ KÎ YE?
 
Mutehere Guneyî, aktivistekê mafê jinan û girtiya berê ya siyasî ye. Mutehere Guneyî, di 1’ê Hezîrana îsal di dema şerê navbera Îran û Îsraîlê de ji aliyê hêzên Îranê ve bêyî fermana dadgeriyê hate binçavkirin û şandin Girtîgeha Evînê. Lê piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Girtîgeha Evînê, bi girtiyên din re sewqî Girtîgeha Qerçekê hate kirin. 24 roj piştre jî ji bo demekê hatibû berdan.