Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye

  • jin
  • 11:02 13 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Tara Hisên diyar kir ku wan gelek biryar dane, li pêşiya wan xebatên hevpar hene û got ku jin li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekitiyê xebatan dikin.  

 
Ji çar parçeyên Kurdistanê 24 rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî, ji bo pêşxistina yekitiya neteweyî û avakirina wê, di 7’ê Nîsanê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Kurdistanê “Civîna Yekitiya Neteweyî ya Kurd” li dar xistin. Piştî civînê jî avakirina “Platforma Yekitiya Jinên Kurd” hate ragihandin. 
 
Endama Platformê û Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî ya berê Tara Hisên, têkildarî xebatan û yekitiya neteweyî axivî. 
 
ARMANCA AVAKIRIA PLATFORMÊ  
 
Tara Hisên, bal kişand ser armanc û girîngiya avakirina platformê û got: “Du sal berê li bakurê Kurdistanê kongre hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de xebatên hevpar hatin kirin.” Tara Hisên, qirkirinên jinan ên li Başûr di bin navê “namûsê” de tên kirin, necezakirina faîlan, esasnegirtina îradeya jinan û pirsgirêkên hevpar ên jinan bi bîr xist û got ku bi vê boneyê avakirina platformê gelek girîng e. Tara Hisên, got: “Ji bo avakirina platformê gelek sedemên me hebûn. Geşedanên li Rojhilata Navîn, dîzaynkirina wê heye. Şerê 3’yemîn ê Cîhanê heye û Kurd jê bandor dibin. Hem xetere hem jî derfet hene. Heke em bikarin yekitiya neteweyî ya Kurdan ava bikin, em ê bikarin mafên xwe bi dest bixin. Nexwe dê destkeftiyên heyî jî ji dest biçin.” 
 
‘TENÊ PDK DI PLATFORMÊ DE CIH NAGIRE’ 
 
Tara Hisên, diyar kir ku platform hêzê dide hemû jinên li Başûr û yekitiya neteweyî tenê dikare bi pêşengtiya jinan were avakirin. Tara Hisên, da zanîn ku ew ê konferansa ewil li Başûr li dar bixin û wiha domand: “Piştre jî em ê ‘Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd’ li dar bixin. Ji bilî PDK û çendek partiyên siyasî, hemû partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend, nivîskarên Başûr piştgirî dan. Nûnerên Germiyan, Behdînan, Zaxo, Duhok, Hewler, Raperîn, Şarezor, Silêmaniyeyê jî tev li komxebatê bûn. Lê nûnerên PDK’ê tev li nebûn. Ji bo ew jî tê de cih bigirin xebatên me didomin.” 
 
'YEKITIYA NETEWEYÎ BI JINAN PÊKAN E’ 
 
Tara Hisên, da zanîn ku jin di avakirina yekitiya neteweyî de bi roleke pêşeng radibin, platformê gelek biryar daye û xebatên hevpar li pêşiya wan hene. Tara Hisên, got ku bedela herî giran jinên Kurd daye û got: “Yekitiya neteweyî ya Kurd jî bi azadiya jinan pêkan e. Xebatên jinan ên li her çar parçeyên Kurdistanê bandorê li her kesî dike. Heke xebateke bitendurist were kirin û bigihije asta kongreya neteweyî, jin dê stratejiyeke nû pêş bixin û sedsala nû bikin sedsala azadiya gelê Kurd. Hewceyî bi têkoşîneke mezin û rêxistinkirî heye. Jinên Kurd li her çar parçeyan jî heman qederê dijîn. Qedera me girêdayî hev e. Serkeftina parçeyekê dibe ya hemû parçeyên din. Divê li her çar parçeyan jin mil bidin milên hev û têbikoşin. Hewceye xebatên stratejîk li her çar parçeyan bên meşandin.” 
 
DÊ ENSTÎTÛYA PERWERDEYÊ WERE AVAKIRIN  
 
Tara Hisên, destnîşan kir ku jinên di platformê de cih digirin xwedî nêrînên cuda ne û axaftina xwe wiha qedand: “Lê dema mijar bû azadî, tevek destê xwe radikin. Ji ber ku azadî ziman û êşa hevpar a hemû jina ye. Lewma divê em ziman û xebatên hevpar bidomînin. Dive jin li dijî pergala baviksalar û hîzbên siyasî têkoşîna hevpar û piştevaniyê mezin bikin. Gelek jinên ciwan û xwendekar tev li komxebatê bûn. Ew jî di şikandina zîhniyeta baviksalar û cîbicîkirina konfederalîzma demokratîk de xwedî roleke diyarker bin. Jinên Êzidî jî êş û têkoşîna xwe vegotin. Amadekariyên ji bo konferansa sêyemîn didomin. Biryara avakirina enstîtûyeke perwerdeyê hate dayin û ev jî dê bike ku jinên ji derdorên cuda li vir bi çalak tev li têkoşînê bibin.” 
 
MA / Zeynep Durgut