AGIRÎ - Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Çiyayê Gilîdaxê ku her sal ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bi deh hezaran geştyarên xwecihî û biyanî serdana wê dikin.
Çiyayê Gilîdaxê ku li navçeya Bazîd a Agiriyê ye, yek ji girîngtirîn deverên çiyageriyê yên cîhanê ye. Di heşt mehên pêşîn ên îsal de ji bo geştyarên xwecihî û biyanî yên ku bi çiyageriyê re eleqedar dibin bûye cihekî bivênevê. Çiyayê Gilîdaxê ku li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê çiayyê herî bilind e, di heşt mehên pêşîn ên salê de 30 hezar kes hilkişiyanê. Çiyayê Gilîdaxê ku bi qeşayên xwe yên 400 metreyî di warê xwezayê de û ji ber tê gotin di Tofana Mezin de malovaniya keştiya Nuh kiriye di warê baweriyê de navendeke girîng e, îsal ji Amerîka, Sovenya, Çekya, Almanya, Îtalya û ji Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran geştyar ezimandin. Çiyayê Gilîdaxê ku bi qasî 25 milyon sal berê di serdema Mîosenê de ji teqînên volkanîk pêk hatiye û ji ber bilindbûna xwe bala çiyageran dikişîne, rawestgeha yekem a kesên ku ji bo hilkişîna Çiyayê Gilîdaxê tên navçeya Bazîdê ye.
Geştyarên xwecihî û biyanî ku digihîjin navenda bajêr, bi otomobîlan ber bi Çiyayê Gilîdaxê ve diçin ku 20 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr e. Dema ku hilkişer digihîjin gundê Çarme ku rawestgeha yekem a hilkişîna Çiyayê Gilîdaxê ye, gund wekî xala destpêkê hildibijêrin. Dema ku hilkişer li girseya volkanîk a mezin dinêrin, ji ber heybeta çiya matmayî dimînin.
DÎMENEKE BÊHEMPA
Hilkişîna ku ji 2 herza û 200 metreyan dest pê dike, pêşî li kampên di navbera 3 hezar û 200 û 3 hezar û 400 metreyan de radiweste. Piştî hilkişîneke çar saetan a dijwar, hilkişvan li vir bêhna xwe vedidin û şevekê li wir dimînin da ku westana ser xwe bavêjin hem jî xwe li gorî cudahiya zextê biguncînin. Piştî xwarin, vexwarin û bêhnvedanê li kampek ku bi sedan konên ji hêla şîrketên taybet ve tên amadekirin, hilkişvan roja din bi şewqa sibê re dest bi hilkişîna xwe dikin ber bi kampek duyemîn a li 4 hezar û 200 metreyan. Piştî rojeke hilkişînê, hilkişvan şeveke din li vir dimînin û roja din, saet di 4:00'ê sibê de, dest bi hilkişîna xwe dikin ber bi lûtkeya bi berf û cemedê nixumandî. Hilkişvan bi dîmeneke bêhempa ji lûtkeya Çiyayê Gilîdaxê pêşwazîya rojhilatê dikin û dest bi daketina xwe dikin û vedigerin kampa li 4 hezar 200 metreyan. Piştî demekê bêhna xwe vedidin, pêşî vedigerin kampa li 3 hezar û 200 metreyan û dû re dadikevin gundê Çarme û hilkişînê bi dawî dikin.