NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îzmîrê li dijî qereqolê êrişa çekdarî hate kirin û di êrişê de 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan.
Li dijî Navenda Polîsan a Salih Îşgoren a navçeya Balçova ya Îzmîrê êrişa çekdarî hate kirin. Di êrişê de Midûrê Emniyetê Muhsîn Aydemîr û polîsê bi navê Hasan Akin hatin kuştin. Polîsên bi navên Omer Amîlag û Mûrat Dagli jî birîndar bûn.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di bûyerê de kesê bi navê E.B. (16) hatiye binçavkirin.