MÊRDÎN - Çendî di ser qetilkirina Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar re 32 sal derbas bûne jî, hê kiryar nehatine dîtin. Cîhan Sîncarê diyar kir ku hevjînê wê ji bo demokrasî, wekhevî, azadî û aştiyê xebitiye û got: "Em ê dest ji rêya wî bernedin."
Di ser qetilkirina Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar û Rêveberê DEP'ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr re 32 sal derbas bûn. Sîncar û Ozdemîr, ji bo li cihê ku endamên Meclisa Partiyê ya DEP'ê Habip Kiliç û Hîkmet Kiliç lê hatin qetilkirin lêkolinan bikin çûbûn Êlihê. Sîncar û Ozdemîr, di 4'ê Îlona 1993'yan de di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dan. Piştî qetilkirina Sîncar û Ozdemîr li bajêr derketina derve hat qedexekirin. Wezîrên wê demê Necmettîn Cevherî û Mehmet Golhan, derpêş kirin ku berî 24 saet biqedin kiryar hatine zevtkirin. Paşê serokwezîra wê demê Tansu Çiller, ragihand ku kiryar hatine zevtkirin. Lê belê, Midûrê Giştî yê Polisan Mehmet Agar got, "Her tiştî herimandin. Em hinekî bêdeng bin." Agar bi vê daxuyaniya xwe daxuyand ku kiryar nehatine zevtkirin.
QEZAYA SÛSÛRLÛKÊ
Tûgayên Tolhildanê yên Tirk (TÎT) qetilkirina Sîncar û Ozdemîr hilgirtin ser xwe. Bi bûyera ku di 3'yê Mijdara 1996'an de li navçeya Sûsûrlûk a Balikesîrê qewimî û wekê "Qezaya Sûsûrlûkê" hat binavkirin re, geşedanên nû çêbûn. Di rapora ku wê demê der barê bûyerê de hat amadekirin, hat diyarkirin ku Mehmet Sîncar û Metin Ozdemîr, ji aliyê Mahmût Yildirim ê bi koda "Yeşîl" û Alaattîn Kanar, Îsmail Yeşilmen û Mesut Mehmetoglû ve hatine qetilkirin.
Lê belê ne ji avakarên JÎTEM'ê Mahmut Yildirim hat dîtin ne jî kesên navborî. Der barê Cihan Yildizê ji Hîzbullahê girtî û Ejder Arpa heya niha nehatiye dîtin, doz hat vekirin. Li Cihan Yildiz cezayê muebedê hat birîn û dosyeya Arpa jî hat veqetandin. Di sala 2019'an de Yildiz di çarçoveya jinûvedarizandinê de careke din hat darizandin. Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Amedê di 2'yê Cotmeha 2019'an de der barê Yildiz de biryara berdanê da. Danişîna doza ya din dê di 29'ê Kanûnê de bê lidarxistin.
‘BERPIRSIYARIYEKE MEZIN HIŞT'
Hevjîna Mehmet Sîncar, Cihan Sîncar, anî ziman ku bûyera qewimiye ji bo wan êş û bedêleke mezin e. Cihan Sîncar got: "Ew ji bo demokrasî, wekhevî, azadî û aştiyê xebitî. Gel jî ji bo vê ew hilbijartibû. Mehmet jî dizanibû ji bo çi hatiye hilbijartin û ji bo çi têdikoşe. Sozek dabû gelê xwe. Lewma tim di nava gel de bû. Peywira xwe kir. Berpirsiyariyeke mezin ji me re hişt. Parlamenter bû. Parlementer bû, lê parlemento heya nîha jî bo dîtina kiryaran tu tîştek nekiriye. Gelê me û çapemeniya azad têkoşiya. Ew bûn dengê me, dengê gel. Em li vê pêvajoyê û li xwe jî bi vî awayî mêze dikin. Heya ji destê me tê em têdikoşin. Hîn kes bixwazin û nexwazin jî em ê dest ji vê rêyê bernedin."
Cîhan Sîncarê bilêv kir ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de, ew hîn bêtir nêzî aştî, demokrasî û wekheviyê ya ku Mehmet Sîncar û hevalên wî xeyalên wê dikirin bûne. Cîhan Sîncarê destnîşan kir ku ji bilî aştiya li Rojhilata Navînê tu bendewariyeke wan tune ye.
'EM Ê JI BO AŞTIYEKE BIRÛMET BITÊKOŞIN'
Cîhan Sîncarê bal kişand ser komisyona ku li meclisê hatiye avakirin û got ku bi hin pêkanînên xwe dibe cihê nebaweriyê û ji bo vê îşaret bi astengkirina kurdî ya Dayikên Aştiyê kir. Cîhan Sîncarê got: "Ê me jî xetên me yên sor hene. Tevî vê jî em ji bo aştiyê û demokrasiyê têdikoşin. Em ji xwe, ji partiya xwe û ji Rêberê xwe bawer in. Em ê di şexsê Mehmet Sîncar de ji bo hemû kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane li ser pêyan bin û bitêkoşin."
MA / Ahmet Kanbal