AMED - TJA’yê bi boneya 1’ê Îlonê daxuyanî da û got ku hevgirtina jinan a li dora banga Abdullah Ocalan dê li tevahiya cîhanê bibe misogeriya jiyaneke azad û wekhev.
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da. TJA’yê, diyar kir ku zîhniyeta mêrê serdest li her çar aliyên cîhanê bi hêsanî şeran sor dikin lê dema mijar dibe aştî heman îrade û pratîkê nîşan nade.
TJA’yê, destnîşan kir ku di serî de li Rojhilata Navîn, li gelek herêman tê xwestin bi rêya şer dîzayneke nû were avakirin û wiha domand: “Ji vê jî herî zêde jin bibandor dibin. Şer ne tenê encama şerê berjewendiyan ê dewletan û hêzan e; her wiha îfadeya herî şênber a zîhniyeta mêrê serdest û tehekûma netewe dewlet û modernîteya kapîtalîst li ser civakan ava kiriye. Di hemû qadên jiyanê de şer li jinan weke tundî, xizanî, koçberî, îstîsmar û kedxwarî vedigere. 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, ji bo me jinan ne tenê aştî; di heman demê de bibîrxistina pêkanbûna jiyaneke mirovane û pêşerojeke azad e.”
‘JIN DÊ BI ROLEKÎ DIYARKER RABIN’
Di berdewamê de TJA’yê daxuyand ku pêvajoya dîrokî ya tê de dijîn, firsendeke mezin e ku nabe were paşguhkirin û serdemeke girîng e. TJA’yê got: “Bi vê boneyê, ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de kiriye, ji hêla jinan ve îşaret bi berpirsyartiyeke dîrokî dike. Hevgirtina jinan a li dora vê bangê, ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya cîhanê dê bibe misogeriya jiyaneke azad û wekhev. Îro li her devera cîhanê jin, weke kirdeya aştiyê, li dijî şer, dagirkerî û kedxwariyê dengê xwe bilind dikin. Gotina jinan dê di avakirina civakeke demokratîk de diyarker be.
Aştiyeke ku ne li ser deng, ked û têkoşîna jinan be, nikare mayînde be. Bi boneya 1'ê Îlonê, em dubare dikin; em li dijî polîtîkayên şer aştiyê, li dijî wêrankirinê jiyanê û li dijî serdestiyê jî azadiyê diparêzin.”