Temellî: Bêyî hevdîtina bi Ocalan re komîsyon nikare pêş bikeve

ENQERE -Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî muxatabê esasî yê meseleyê Abdullah Ocalan e û got: “Hewceye komîsyon teqez bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Bêyî hevdîtina bi Ocalan re komîsyon nikare pêş bikeve.”

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Temellî, di serî de bal kişand ser “hemwelatiya wekhev” û got ku divê firsenda ji bo “hemwelatiya wekhev” hatiye bidestxistin ji dest neçe. Temellî, bal kişand ser komîsyona li Meclisê û got: “Derfetên ku vê hiqûqê ava bike hene. Girîng e ku di vê mijarê de xebat bên kirin. Niha dema wê ye. Divê komîsyon cidî nêzî meseleyê bibe û êdî dema wê hatiye li ser meseleya esasî bisekine. Roleke wê ya girîng heye û divê gavên pêwîst biavêje.” 
 
'HEWCEYE MISWEDEYAN AMADE BIKE’
 
Bi domdarî Temellî bal kişand ser şandeyên li komîsyonê lê hatiye guhdarîkirin û ev tişt anî ziman: “Ji axaftina birêz Nûman Kurtulmuş wisa fêm dikim ku dê heta nîva meha Îlonê jî li şandeyan were guhdarîkirin. Guhdarîkirina şandeyan girîng e. Lê karê esasî yê komîsyonê ev nîne. Dikariya ev yek bi rêya komîsyoneke jêr bikira. Karê wê yê esasî ew e ku sererastkirinên hiqûqî yên pêwîst amade bike û pêşkeş bike. Ji bo vê jî pêdivî bi xebateke baş heye.” 
 
'TUNEHESIBANDINA KURDÎ ŞERMEKÎ MEZIN E’ 
 
Temellî, bertek nîşanî astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê da û wiha pê de çû: “Ev, şermekî mezin e. Ev salên dirêj e Meclis vê eybê dike. Feraseteke Meclisê ya ku li Lijneya Giştî tehemûla du peyvên Kurdî nake heye. Li vî welatî 25 milyon Kurd dijîn. Sepanên bi vî rengî yên li dijî Kurdî eybekî mezin e. Divê dawiyê li vê eybê bînin. Di vê mijarê de em bang li serokê meclisê jî dikin ku ji eyba xwe vegerin. Peywira herî girîng a komîsyonê ew e ku di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de gavan biavêje. Çareseriya meseleya Kurd, meseleya demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya civakî ye. Yek ji hêmayên herî girîng a vê meseleyê jî Kurdî ye. Lewma divê tavilê xwe ji gotinên nefretê yên li dijî Kurdî û cihêkariya li dijî Kurdî xelas bikin.” 
 
'DIVÊ BI RÊKÛPÊK BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN’ 
 
Bi domdarî Temellî anî ziman ku ji bo komîsyon di xebatên xwe de pêş bikeve divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û wiha axivî: “Muxatabê esasî yê meseleyê birêz Abdullah Ocalan e û divê komîsyon pê re hevdîtinê bike. Hewceye rê û rêbaza vê hevdîtinê tavilê bê dîtin. Mimkin nîne ku komîsyoneke bi Ocalan re hevdîtinê nake bikare pêş bikeve. Ev hevdîtin dê xebatên komîsyonê û çareserkirina pirsgirêkên din hêsantir bike. Divê hemû alî ji bo hevdîtinan berpirsyartiyê li xwe bigirin.” 
 
'DIVÊ LI XEZEYÊ KORÎDORA ÎNSANÎ WERE VEKIRIN’ 
 
Temellî, bi domdarî bal kişand ser tiştên li Xezeyê diqewimin û got: “Qirkirina li wir didome. Li wir pirsgirêkeke cidî ya xurek û xelayê heye. Ji bo çaresiyereke însanî û siyasî berpirsyarî dikeve ser milê NY û welatên din. Ji bo vekirina korîdoreke însanî em ê tişta ji dest tê bikin. Li şûna propagandayê divê li ser çareseriyê bisekinin.” 
 
'ÇARESERÎ DÊ JI BO ROJHILATA NAVÎN JÎ SÛDEWER BE’ 
 
Temellî, daxuyand ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî sûdewer be. Temellî, daxuyand ku di bingeha pirsgirêka li Xezeyê de neçareserkirina pirsgirêka gelên Kurd û Filistînî heye û got ku komîsyon divê bi vê berpirsyartiyê tevbigere. 
 
Temellî, anî ziman ku çareseriyeke demokratîk a Sûriyeyê bi fêmkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkan e û got li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyeke biîstîqrar heye. Temellî, got: “Çareseriya Sûriyeyê, demokratîkbûn û pergaleke nenavendî ye. Heta behsa aştiya li Rojava neyê kirin mirov nikare behsa aştiya li Tirkiyeyê jî bike.”
 
OPERAYONÊN LI DIJÎ CHP’Ê
 
Temellî, bertek nîşanî operasyonên li dijî CHP’ê û sepana qeyûman da û got ku ev operasyon pêvajoya aştiyê sabote dikin û xwest bên bidawîkirin. 
 
'ŞANDEYA ME DÊ GEŞEDANÊN HEYÎ BI BIRÊZ OCALAN RE PARVE BIKE’ 
 
Temellî, ji bo pirsa têkildarî Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku dê di nava hefteyê de biçe Îmraliyê jî ev tişt anî ziman: “Îxtîmaleke mezin e ku dê şandeya me di nava hefteyê de biçe Îmraliyê. Lê roj diyar nîne. Belê dê şandeya me hemû geşedanên heyî bi birêz Ocalan re parve bike. Nêzî meheke neçûye. Dê nirxandinên wî jî bigirin û vegerin.” 
 

Sernavên din

21:08 Cenazeyê Berat Nazlican li Çewligê hat veşartin
21:04 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Divê hawirdoreke ewle bê afirandin
19:51 Serokên baroyan: Divê Tirkiye modela xwe pêş bixe
16:39 Cenazeyê Berat Nazlican piştî 6 salan hate dayin
16:34 Serokê TBB’ê Sagkan 4 daxwaza ji komîsyonê kir
15:51 Gelek kes çûn ziyareta şîna Bulut Kîşîn
15:29 Li Stenbolê hevdîtina jinan tê lidarxistin
14:53 Şandeya DBP û DEM Partiyê li Herêma Federe ya Kurdistanê ne
14:39 Ji ÎHD û OHD’ê rapora merasîma îmhakirina çekan û pêşniyarên çareseriyê
14:22 Kurtulmuş: Ji bo komîsyonê dê bingeheke qanûnî were nîqaşkirin
14:18 Li Colemêrgê qeyrana avê: Sedem sepanên qeyûm e
13:37 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê dê tev li ‘Hêza Parêzvanên Niştîmanî’ bibe
13:31 Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Cezayên darvekirinê betal bikin
13:28 Dê IAEA cardin li Îranê çavdêriyê bike
13:26 Konservatuara Aram Tîgran a ku qeyûm girtibû ji nû ve tê vekirin
12:19 Trump dê bi rojeva ‘Xezeyê’ civînê li dar bixe
12:17 Ji bo mitînga li Kadikoyê bang: Tekane rêya jiyaneke biewle aştî ye
12:09 Dijberiya Cumhuriyetê ya ‘pêvajoyê’ êdî gihîşt asta tetîkkêşiyê
11:58 Îsraîl: Payebilindekî Hamasê hate kuştin
11:22 Hêlîn Umît: Divê Rêbertî bê Meclisê û li wir biaxive
10:56 Li Qoserê qeza çêbû: Kesekî mir, 9 kes jî birîndar bûn
10:43 Ji bo benzînê zem hate kirin
09:57 Kete: Bila Ocalan li Meclisê were guhdarkirin
09:52 Şaman ê OHD’î: Komîsyon dixebite lê tecrîd didome
09:41 Ji jinan peyama 1’ê Îlonê: Aştî bi têkoşînê tê
09:26 Du zarokên xwe di şer de winda kir: Em ziman û nasnameya xwe dixwazin
09:10 Meclisa Jinan a DEM Partiyê hemû jin vexwend qadên 1'ê Îlonê
09:09 Li NÇM'ê qeydên kursan didomin
09:06 Halîme Karataş a 4 sal in di nava nivînan de li benda alîkariyê ye
09:05 Polîsan nehiştibûn şînê deynin: Wezaretê îdia kir 'malbat bi rizaya xwe derketiye'
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2025’AN
26/08/2025
21:59 Li Girtîgeha Sîncanê îdiaya îşkenceyê
16:31 Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî tacîz kir ji erka xwe hate dûrxistin
16:29 Tehliyeya Ataca bi hinceta ‘ji bo entegrebûnê amade nîne’ hat taloqkirin
16:17 Leşkeran hewl dan gorên endamên YJA Star û HPG’ê hilweşînin
15:41 ‘Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin’
15:32 Banga berdana Nanaxanim Babazade hate kirin
15:15 Rêveberiya Xweser li Urdunê bi şandeya DYA’yê re hevdîtin kir
14:52 Di navbera Bexda û Hewlêrê de nelihevkirina ‘darayî’ didome
14:33 ‘Rejîma Îranê di mehekê de 197 kes darve kir’
14:22 Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê da aktivîsteke jin
14:16 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 75 kes hatin qetilkirin
13:49 Li Girtîgeha Kirşehîrê gef li girtiyan tên xwarin
13:32 Parêzerê Îmamoglû hate binçavkirin
13:27 Ji bo îfadeyê bang li Mucahît Bîrîncî hate kirin
13:19 Erdogan: Yên dixwazin pêvajoyê sabote bikin çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin
13:11 HRW: Dibe ku xebatkarên DYA’yê ji sûcên şer ên li Xezeyê bên darizandin
12:37 ÎHD'ê xwest noqteyên leşkerî bên rakirin
10:30 Şandeya DEM Partiyê dê di roja pêncşemê de biçe Îmraliyê
09:34 Parêzerê Nelson Mandela: Daxuyaniyên Ocalan ji bo her kesî hêviya aştî û edaletê didin
09:32 Meral Daniş Beştaş: Li gorî fikra min dê komîsyon biçe Îmraliyê
09:28 Li Stenbolê çalakiya 1’ê Îlonê dê li Meydana Rihtimê bê lidarxistin
09:27 Şaredariya AKP’î parka rastîn xera kir li şûna wê ya sûnî çêkir
09:06 Xelkê Enqereyê: Gel aştiyeke mayinde dixwaze
09:06 'Divê bi sûcên li dijî Kurdan re hevrûbûn çêbibe'
09:02 Kabayel: Pêvajoya heyî ji bo Elewiyan dîrokî ye
09:02 Girtiyê lixwekirina şimikê red kir sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2025’AN
08:55 Ji 7’ê Cotmehê heta niha li Xezeyê 246 rojnamevan hatine qetilkirin
08:44 Şandeya DYA’yê bi Ebdî û Şara re hevdîtin kir
25/08/2025
16:29 Zêdetirî hezar aktivîstan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:12 Li Rihayê banga ‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê’
15:56 Tecrîd didome, gel li benda avêtina gavan e: Erdogan dibêje 'sebir bikin'
15:13 Guzel ê piştî 33 salên girtîgehê hate Amedê ji ewil çû serdana gora birayê xwe
15:06 2’yemîn Konferansa Jenosîda Kurd: Divê em jenosîda li dijî Kurdan bi cîhanê bidin nasandin
14:52 Ji bo Nanaxanim Babazade ya li Navenda Paşveşandinê çalakî hate lidarxistin
14:40 Bernameya civînên nû yên komîsyonê diyar bû
13:59 Meclisa Jinan a DBP’ê: Tundî zêde dibe, saziyên dewletê bêdeng in
13:36 Jinên girtî bertek nîşanî astengkirina Kurdî dan
13:22 Li Wanê qeza çêbû: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
12:35 Şandeya DEM Partiyê vê hefteyê dê biçe Îmraliyê
12:01 Temellî: Bêyî hevdîtina bi Ocalan re komîsyon nikare pêş bikeve
11:55 Koçberên Şengalî li dijî biryara wezaretê daketin qadan
11:41 Li Bursayê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
11:40 Şewata li Bedlîsê hate vemirandin
11:16 Li Xezeyê 2 jê zarok 11 kesan ji birçînan jiyana xwe ji dest dan
11:15 Hevdîtinên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê dê li Cinevê bên kirin
10:51 Civaka Elewî hemwelatiya wekhev dixwaze
09:55 Li dijî xutbeya Diyanetê bertek: Divê jin bi awayeke xurt têbikoşin
09:36 '7 şibakeyên tecrîdê' bi 3 zimanan hat wergerkirin
09:29 Xwebûn bi manşeta ‘Ziman xeta sor e’ derket
09:28 Mafên girtiyan ên sihbet, pirtûk û werzîşê tên astengkirin
09:19 Sekreterê Partiya Sor: Divê Ocalan di şert û mercên azad de biaxive
09:00 Alîgirên Amedsporê li dijî cezayan bi tîma xwe re ne
09:00 ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2025’AN
24/08/2025
17:23 Mihrîcana baweriyê ya li Gimgimê bi dawî bû
17:15 ‘Kurd û Tirk di qonaxeke dîrokî de ne: Divê bêdudilî piştgiriyê bidin aştiyê’
17:12 Bakirhan: Dengbêjan bîra gelê Kurd parastin
15:50 NADA’yê ji bo Newala Xesfeyê banga lêpirsîna navneteweyî kir
15:49 DYA’yê biryar da ku hêzên xwe ji Iraqê derbixe
14:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê komîsyon tavilê bi Ocalan re hevdîtinê bike
13:42 Ji sê girtiyên li Îranê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn agahî nayên girtin
12:58 Şewata li Licê hate vemirandin
12:57 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê hewl dide siyaseta înkarê rewa bike
11:36 MSD: Komxebata şêwirê hate taloqkirin
11:35 Li Mêrsînê mînîbusa xwendekaran li TIR’ê xist: 2 kes mirin
11:22 Jinan ji bo destûra bingehîn a nû bang kir: Werin em gotina xwe bikin yek
11:22 Zarokê 14 salî bi guleya çekê jiyana xwe ji dest da
11:20 Hunermendên Elewî ji pêvajoyê bihêvî ne
10:07 Kovara Jinê bi manşeta ‘Têkoşîna heqîqetê ya rojnamegerên jin’ derket