AMED - Alîgirên Amedsporê bertek nîşanî cezayê li tîma wan hatiye birîn dan û gotin: “Li dijî cezayên hatine dayin em ê her tim bi tîma xwe re bin. Em ê serî netewînin.”
Lijneya Disiplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK), bi hinceta “bûyerên sehayê” ya di maça navbera Amedspor û Erzurumsporê de ku di 18’ê Tebaxê de hate lîstin, ceza da Amedsporê. PFDK’ê li Amedsporê cezayê du maçan li sehaya xwe bêyî alîgiran bilîze da. Piştî îtîrazên hatin kirin, ev ceza daxist maçekê. Amedspor ku duh li sehaya xwe bi Sîvassporê re bêyî alîgiran lîst, reqîbê xwe 4-2 têk bir. Bi hezaran alîgirên Amedsporê jî li Kent Meydani ya li navçeya Peyasê li ber ekranên mezin maç temaşe kirin. Alîgirên ku tîma xwe ji vir ber bi stadyumê ve oxir kir, li ber ekranan serkeftina xwe pîroz kirin.
Alîgirên ji bo temaşekirina maçê hatin Kent Meydaniyê, bertek nîşanî cezayên her carê ji ber “bûyerê sehayê” tên birîn dan. Alîgiran, diyar kirin ku ew ê li dijî cezayan tîma xwe biparêzin û serî netewînin.
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel - Heval Onkol