* Platforma Saziyên Demokratîk dê starta çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di 31’ê Tebaxê de li Rihayê bi mitîngekê bide.
* Endamê Komîsyonê yê DEM Partiyê Celal Firat diyar kir ku divê der barê meseleya Elewiyan de jî gav bên avêtin û got: "Divê Tirkiye ji feraseta serdest a dewleta neteweyî xilas bibe."
* Zanyarê Siyasetê Prof. Dr. Levent Koker bal kişand ser bandorên gengaz ên hevdîtina Komîsyona Meclisê bi Abdullah Öcalan re û got: "Ev hevdîtin dê di çavê civakê de jî cidiyeta pêvajoyê xurt bike."
* Ji damezrînerên AKP’ê Fatma Bostan Unsalê diyar kir ku ji bo çareserkirina fikaran pêdivî bi zelalkirina pêvajoyê heye û got: "Heke sozên ku di damezrandina AKP'ê de hatine dayîn bihatana bicihanîn, dibe ku pêdivî bi avakirina komîsyonê tunebûya."
* Parlamentera berê Huda Kaya, di şexsê êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de îşaret bi karakterê komkujer ê netew-dewletê kir û got: "Divê projeya civaka demokratîk a Abdullah Ocalan wekî reçeteya rizgariyê ji bo hemû civakan û gelan were hesibandin."
* Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin ji bo mitînga 23’yê Tebaxê bang kir û got: “Em nêzî azadiyê ne. Di vê qonaxa diyarker de gel dê dîsa berpirsyartiya xwe bicih bîne.”
* Tahir Saçakli ê ÎHD’î diyar kir ku dê raporên xwe yên di pêvajoya şer de amade kirin pêşkeşî komîsyona li Meclisê bikin û got: “Divê hemû mijarên ku dihat ‘nayên axaftin’ bên axaftin û peymaneke civakî ya nû were îmzekirin.”
* Platforma Saziyên Demokratîk dê starta çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di 31’ê Tebaxê de li Rihayê bi mitîngekê bide.
* Jinên ku li herêma Katoyê Marunisê di bin siya balafirên şer û kalekolan de bêrivaniyê dikin, gotin: “Bi pêvajoyê re divê ev pirsgirêk bi dawî bibin.”
* Jin dê li dijî biryara erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê daxuyaniyê bidin. (11.00)
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê têkildarî mijarên di rojevê de li Meclisê daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ
* Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê li Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê guhdarî bike. (14.00)
* Kesên di sala 2016’an li navçeya Şahînbey a Dîlokê di êrişa DAIŞ’ê de hatin qetilkirin dê bên bibîranîn. (17.30)
* Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê 33 Rêwiyên Xeyalê li Îzmîr û Stenbolê bibîr bîne. (18.00)
* Ji bo Metîn Arslan, Nûreddîn Sofî û Bahtiyar Gabar dê li avahiya Rêxistina DBP’a Êlihê bîranîn bê lidarxistin. (18.00)