WAN – Welatiyên li Wanê û navçeya Gimgimê ya Mûşê diyar kirin ku ew aştiyeke birûmet dixwazin û daxwaz kirin ku mafên kurdan bi destûra bingehîn werin misogerkirin.
Bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de pêşketinên girîng çêbûn. Piştî PKK'ê biryara fesixkirinê û çekdanînê da, li meclisê komîsyonek ji 51 endaman pêkhatî hat avakirin. Avakirina komîsyonê wekî gaveke "hêvîder" tê şîrovekirin û eleqeyek mezin heye ka ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkê çi pêşniyazên qanûnî bike. Welatiyên li Wan û Gimgim a Mûşê, ji bo çareseriyê li benda gavên qanûnî ne.
Tayfun Omultay ku ji bajarê xwe Edeneyê ji bo bazirganiyê hatiye Wanê, bal kişand ser pêwîstiya mutleq a aştiya Tirk-Kurdan û got: "Piştî geşedanên dawî, rewş aram e, nakokî tune ne û çavê her kesî li pêvajoya aştiyê ye. Em li heman welatî dijîn û divê em bi hev re çareser bikin. Fiyet pir zêde dibin û lêçûnên zêde tê vê wateyê ku em êdî nikarin bi awayekî baş bijîn. Aştî bi mirovan nade windakirin. Ez 44 salî me û ez li hemû bajarên Tirkiyeyê geriyame û pir caran hatime herêmê, lê min qet nijadperestî nedîtiye. Ez dixwazim bajarên me yên li rojavayê jî di vê mijarê de hesas bin. Ez pir kêfxweş im ku komîsyon hatiye damezrandin. Ez hêvî dikim ku gavên saxlem werin avêtin û em welatî êdî bi rihetî li hev bikin. Divê mafên gelê kurd werin dayîn. Kurdî zimanê duyemîn ê dayikê yê Tirkiyeyê ye. Divê ev di destûra bingehîn de jî wiha be. Bila zarokên me kurdî fêr bibin. Çawa ku em zimanekî biyanî fêr dibin, bila em jî kurdî fêr bibin. Divê em rêzê li hemû ol, nijad û zimanan bigirin."
Hanîfe Eralanê diyar kir ku tirk û kurd neteweyên bira ne û divê hev du nekujin û got: "Berî her tiştî, em aştiyê dixwazin. Em xwişk û bira ne û divê em bi hev re bijîn. Tu wateya şer tune. Divê em hewl bidin ku bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Em heta îro ne wekhev bûn û em hîn jî ne wekhev in. Em niha wekheviyê dixwazin. Ez bi tirkî nizanim, ji ber vê yekê dema ku ez diçim nexweşxaneyê, divê ez kesekî bi xwe re bibim da ku derdê xwe pêşkêşî bijîşk bikim. Em dixwazin di nexweşxaneyên xwe de bijîşkên bi kurdî û di dibistanên xwe de mamosteyên bi kurdî bibînin. Bi kurtasî, em nasnameyê dixwazin. Em ji pêvajoya aştiyê pir bi hêvî ne û ji wê pir kêfxweş in. Em hêvî dikin ku di vê pêvajoyê de hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan. Heyfa ciwanên me yên ku bi salan e girtî ne. Girtiyên me yên nexweş di bin şert û mercên dijwar de dijîn. Ez hêvî dikim ku her tişt baş be û ez her tim ji bo vê yekê dua dikim."
'EM ZIMANÊ XWE Û NASNAMEYA XWE DIXWAZIN'
Fettah Tûran anî ziman ku pirsgirêka kurd tenê bi aştî û biratiyê dikare were çareserkirin û got: "Heta niha, wan her gav me wekî binnasnameyek didîtin. Me her gav li ber xwe da, lê wan her gav zilm li me kir. Ger em di cihê wan de bûna, me yê tu carî tişta ku wan li me kir bi wan nekira. Heta niha, me tenê ziman û nasnameya xwe dixwest. Em hîn jî dixwazin û divê ev di vê pêvajoya aştiyê de werin destnîşankirin. Bêyî ku ziman û nasnameya me bidin me, aştî nayê bidestxistin û ji ber vê yekê me heta niha li ber xwe daye. Ger ew bi me re wekî birayên xwişk û birayên biçûk tevbigerin, wê pêvajo bi vî rengî pêş nekeve. Divê ev pirsgirêk di destûra bingehîn de werin zelalkirin. Piştî vê pêvajoyê, divê navê Tirkiyeyê bibe Komara Anatoliyayê. Wê demê her kes dê bêtir wekheviyê hîs bike. Ez naxwazim mirovên her du aliyan bimirin. Ez aştî û biratiyê dixwazim."
Perînaz Tîmûçînê jî diyar kir ku ew wekî kurd mafên xwe dixwazin û got: "Em kurd in û em mafên xwe, bi taybetî nasnameya xwe dixwazin. Di dawiya vê pêvajoyê de, em dixwazin ku hemû welatî di şert û mercên wekhev de bijîn."
'DIVÊ ELEWÎ DI PÊVAJOYÊ DE XWEDÎ GOTIN BIN'
Ji welatiyên elewî yên li Gimgimê Elîf Hûrûstanê diyar kir ku aştî ji bo her kesî girîng e. Elîf Hûrûstanê anî ziman ku aştî ji bo pêşîgirtina li mirinan û negirîna dayikan pêwîst e û got: "Lê em dibînin ku niha tişt baş diçin. Bi îzna Xwedê, bi destûra Xizir, aştî dê were. Bila êdî ciwanên me neyên qetilkirin. Em dixwazin cihê xwe di vê aştiyê de bigirin. Ne tenê wekî sazî, lê wekî kes û bi wijdanê xwe, em dixwazin bi her awayî piştgiriyê bidin."
Elîf Hûrûstan bilêv kir ku ew elewî ye û hewldanên ji bo asîmîlekirina nasnameya kurd rexne kir û bendewariyên xwe yên ji bo elewiyan anî ziman.
'BÊYÎ AŞTIYÊ ABORÎ BAŞ NABE'
Dikandar Erdal Ozer diyar kir ku di dema pevçûnê de ku piştî bidawîbûna pêvajoya 2013-2015'an dest pê kir, hem esnaf û hem jî gel êş kişandine. Ozer destnîşan kir ku şer zirarê dide demokrasî, azadî û mafên mirovan û got ku ger aştî pêk were, ew ê ji hêla aborî ve jî tevkariyê li esnaf bike. Ozer got: "Em aştiyê dixwazin. Bêyî aştiyê, aborî başt nabe, demokrasî nayê û mafên mirovan nayên. Ev şer bi salan e didome. Vî şerî zirar daye gelek kesan. Gelek mirin çêbûn. Hêsirên dayikan bariyan. Em êdî naxwazin kes hêsiran bibarîne. Em dixwazin bi awayekî mirovî, wekî xwişk û bira û bi hev re bijîn û rojên xweş bibînin."
Dikandar Remzî Kapçin jî anî ziman ku zirara şer tenê bi aboriyê ve sînordar nîne; ew zirarê dide mafên mirovan û hemû şêwazên jiyanê û got ku ew aştiyeke rast û durist dixwazin.
Îkram Çelîk bilêv kir ku ew alîgirê aştiyê ye û got: "Gelek ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Wekî elewî, em jî ji vê pêvajoyê tiştekî dixwazin. Em dixwazin ku Cemxaneyên me werin naskirin." Maşallah Aktaş jî got: "Bila aştî hebe û em hemû wekî gel piştgiriyê bidin wê. Bila gel piştgiriyê bide aştiyê, bila dayik best bigirîn."