STENBOL - Dayika Şemiyê Îkbal Eren, diyar kir ku bendewariyên wan ên ji pêvajoyê bicihanîna daxwazên wan e û got: “Bila gorên xizmên me bê dîtin û polîtîkayên bêcezakirinê bi dawî be."
Sûcên şer ên wek windkirina mirovan, îşkence, kuştin, gund valakirin û şewitandin ku piştî 12’ê Îlonê li Tirkiye û li Kurdistanê rû da, di salên 90’î de bû “rûtîna” dewletê. Di salên 90’î de herî kêm 17 hezar kuştinên kiryar nediyar pêk hat, û dewletê kiryarên van kuştinan parast û bi ceza nekir. Li gelek bajaran xizmên windayan aqûbeta xizmên xwe dipirsin û ji bo kiryar bên cezakirin çalakilyan li dar dixin. Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin hezar û 61 hefte ne li Qada Galatasaray ji bo edaletê têdikoşin.
Daxwaza Dayikên Şemiyê, ew e ku dewlet berpirsiyariya xwe qebûl bike û lêborînê bixwaze û ji bo kiryar bên darizandin “Komisyona Lêkolîna Heqîqetê” ava bike.
ERDOGAN SOZA XWE YA DI 2011’AN DE BI CIH NEANÎ
Erdogan, dema serokwezîr bû di sala 2011’an de li Qesra Dolmabahçe bi Dayikên Şemiyê re civiyabû û soz dabû Dayika Şemiyê Berfo Kirbayir a dayika Cemîl Kirbayir ê ku di bi çavan de hatibû windakirin. Li ser vê yekê, komisyoneke bi Komisyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê ve girêdayî hate vekirin û rapor hatin amadekirin. Di sala 2014’an de dosya Kirbayir ji nû ve hate vekirin lêbelê di 2020’an de bi biryara Dadgeha Bilind ji ber demobrînê dîsa hate giritn.
Îkbal Eren, yek ji Mirovên Şemiyê û xûşka Hayrettîn Eren ê ku di 26 salî beşdarî tevgera ciwanan a salên 70'î bû û di 21'ê Mijdara 1980'î de li Saraçhaneya Stenbolê hate binçavkirin û windakirin, bendewariyên xwe yên ji pêvajoyê wekî xizmên windahiyan vegot.
‘EMÎNE OCAKÊ POLÎTÎKAYA JIBÎRBIRINÊ VALA DER XIST’
Îkbal Erenê, diyar kir ku sedema windakirina di bin çavan de jibîrbirina windayan û xizmên wan ê û ev tişt got: “Mirovên hatin windakirin ji ber gefan neaxivîn. Qêrînên Emîne Ocak ên di 1995’an de ji ber windakirina kurê wê polîtîkayên dewletê yên jibîrbirinê vala derxist. Emîne Ocak, politikaya dewletê ya windakirina di bin çavan de derxist holê. Rûniştina Emîne Ocak a di 95’an de li Qada Galatasaray, rûyê reş ê kiryaran jî derxiste rastê.
30 SAL IN HEMAN DAXWAZ
Îkbal Erenê, diyar kir ku ev 30 sal in daxwazên wan neguherîne û bendewariyên wan ên ji pêvajoyê jî heman daxwaz in û wiha pê de çû: “Em dizanin ku kiryar bi zirxên bêcezakirinê tên parastin, divê bêcezakirin bi dawî be û têgeha demborînê ji holê rabe. Daxwaz in me pir zelal in ev 30 sal in em dibêjin.”
MA / Yeşîm Tukel