ŞIRNEX – Piştî weşandina dîmênê diziya amûrên tibî yên li Nexweşxaneya Cizîrê, Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê lêpirsîn da destpêkirin û Wezareta Tenduristiyê mifetîş erkdar kir.
Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê diziya amûrên tibî yên li nexweşxaneya navçeya Cizîr a Şirnexê, bi nûçeya “MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn” anîbû rojevê.
Piştî weşandina nûçeyê, Dozgeriya Komarê ya Cizîrê têkildarî nexweşxaneyê lêpirsîn da destpêkirin û Wezareta Tenduristiyê mifetîş erkdar kir.
SERDOZGERIYA TALÎMATA LÊKOLÎNA BI HÛRGILÎ DA
Piştî dîmenên ku me weşandin, Serdozgeriya Komarê ya Cizreyê di 19’ê Tîrmehê de lêpirsîneke edlî li ser nexweşxaneyê da destpêkirin. Di daxwaznameya de ku ji nexweşxaneyê re hat şandin, Serdozgeriya, daxwaza lêkolîneke hûrgilî ya dîmenan kir û pirsî ka lêpirsîneke îdarî hatiye destpêkirin an na. Serdozgeriyê, der barê dîroka dîmenên ku bi raya cemawerî re hatine weşandin, nasnameyên kesên ku qutiyan hildigirin, naveroka kelûpelên barkirî û plakaya kamyona ku kelûpelan lê hatine barkirin de agahî xwest.
LÎSTEYA XEBATKARAN HATE XWESTIN
Herwiha Serdozgeriya, xebatkarên nexweşxaneyê yên ku di roja bûyerê de li ser kar bûn û ji bo diyarkirina kesên tevlî bûyerê bûne xwest. Herwiha hate xwestin ku nexweşxaneyê têkildarî bûyerê lêpirsînek îdarî daye destpêkirin an na, bê tespîtkirin.
HEWLÊN GIRTINA LÊPIRSÎNÊ
Hate zanîn ku ji bo lepirsîn bê girtin hewldan tên kirin û Wezareta Tenduristiyê duh piştî raporan, mifetîşek din şandiye. Piştî lêpirsîna mifetîşan gelo lêpirsînek li dijî kesên têkildar dê bê vekirin an na, ev yek jî cihê meraqê ye.
WALÎ Û PARLAMENTERÊ AKP'Ê BÊDENG IN
Bêdengiya Parlamenterê AKP'ê yê Şirnexê Arslan Tatar û Waliyê bajêr li ser vê mijarê jî balkêş e.
Di heman demê de, pêşniyarpirsa Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez a têkildarî diziya dermanan ji bo Wezareta Tenduristiyê bêbersiv ma.
NEXWEŞXANE LI KESÊN KU DÎMEN SERVÎS KIRINE
Têkildarîl lêpirsîna berê de raya cemawerî nehatiye agahdarkrin. Hate ragihandin ku gelek endamên Sendîkaya Tenduristiyê ji bûyerê haydar bûne lê ji bo axaftinê dudil in. Hate destnîşankirin ku berpirsiyarên Nexweşxaneya Dewletê ya Cîzreyê dilêva ku lêpirsînê bikin, li kesên ku dîmen servîs kirine digerin.
MA / Zeynep Durgut