Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin

  • rojane
  • 14:58 12 Tîrmeh 2025
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN –Xizmên Windayan di çalakiya vê heftê de bal kişandin ser merasîma şewata çekan a PKK’ê û gotin: “Em careke din balê dikşînin ku darizandina kiryaran, hesabpirsîna berpirsiyaran ji bo rêya ku diçe aştiyê girîng e.”
 
Çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan didomin.
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 183’yemîn a çalakiyên xwe de li Kolana Sanat a navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankartên "Kiryar diyar in, winda li ku ne" û "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hatin vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Mehmet İşik û Mahîr Duşunmez edalet hate xwestin. 
 
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz daxuyanî xwend û merasîma şewata çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bibîr xist û ev tişt got: “Ev pêvajo ji bo gelên Tirkiyeyê pir girÎng e. Di vê pêvajoyê de divê dewlet komîsyonê ava bike û ji bo derxistina heqîqetê gavên aştiyê biavêje û guh bide daxwazên dayikên şemiyê. Ji bo despêkirina pêvajoyê daraza kiryaran, hesabpirsîna berpirsiyaran pir girîng e.”
 
Sîbel Çaprazê diyar kir ku vê heftê ji bo Mehmet İşik û Mahîr Duşunmez ên ku di bin çavan de hatine windakirin, kom bûne û çîroka Mehmet İşik û Mahîr Duşunmez wiha rave kir: “Mehmet İşik û Mahîr Duşunmez ên ku ji bo serdana mirovên xwe çûne gundê Çilik ê girêdayî bajarokê Bajêrgeh, di rê de ji aliyê leşkerên ku rê kontrol dikin ve tên rawestandin. Mehmet İşik ê ku bertek nîşan dide bi awayeke giran tê derbkirin. Piştre Mehmet İşik û Mahîr Duşunmez, bi wesayîta Toyoto ve ji cihê bûyerê dibin. Birayê Mahîr Duşunmez dibe şahide bûyerê. Leşkerên di bin fermendariya çawiş ê bi navê Kamil de, welatiyên ku pirsa bûyerê dikin bi tundî ji wir bi dûr dixin. Her çendî malbat bixwazin Mehmet İşik û Mahîr Duşunmez bi derfetên xwe ve bidin nexweşxaneyê jî Mehmet İşik li pêşiya tabura cendirmeyan û Mahîr Duşunmez jî li nêzî gundê Dilezî jiyana xwe ji didin. Li gorî lêkolînên ku li ser cenazeyên wan hatine kirin de şûna derbên giran, îşkence û ceyrandayînê hatiye tespîtkirin. Her du malbatan xwestin serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê bidin, lêbelê dozger piştî serdana cihê bûyerê rave dike ku her du jî ji ber ceyranê mirine û dosya bi vî awayî tê girtin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ve bi dawî bû.
 
AMED
 
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 857'emîn li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê berdewam kirin. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên di binçavan de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Tevî Xizmên Windayan, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalan û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de kujerên Mesut Dundar ê ku di Tîrmeha 1992’yan de li navçeya Cizîr a Şirnexê winda bû û 6’ê Îlona 1992’yan de cenazeyê wî hate dîtin, hate pirsin.
 
Beriya daxuyaniyê Huseyîn Kuçukbalaban ê ku duh beşdarî merasîma PKK’ê bûbû axivî. Kuçukbalaban, got: “Ev gava niyeta baş duh li ber çavê cîhanê hate avêtin. Lêbelê me hêj gavên dewletê nedîtiye. 30 kesên ku du çek danîn dê rewşa wan çawa be? Divê dewlet tavilê komîsyonê ava bike.”
 
CENAZEYÊ WÎ HATE KIŞKIŞANDIN
 
Piştre çîroka Mesut Dundar ji aliyê endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Berfîn Elçî ve hate xwendin. Çîroka Dundar wiha hate ravekirin: “Mesut Dundar li nevçeya Cizîr a Şirnexê dijiya. Di tîrmeha 1992’yan ji ji aliyê polîsên Emniyeta Cizîrê ve di serdegirtina malan de tê binçavkirin û îşkencekirin. Polîs Mesut û bavê wî ji malê dibin. Piştre sewqî Nexweşxaneya Dewletê a Cizîrê dikin û Mesut ji ber tirşe xwe di pencereya nexweşxanê de diavêje û direve. Li ser vê yekê polîs gelek caran diavêje ser mala malabta wî û bavê wî îşkence dikin. Di 6’ê Îlona 1992’yan de cenazeyê Mesut Dundar li gundê Nehrîp, li nêzî Aşê Avê yê Şex Degîrmencî, destê wî di pişt de girêdayî û mirî hate dîtin. Li gorî dîtina şahidan leşkerên ku tên cihê bûyerê bi hinceta ku îxtimala bombeyê di binê cenaze de heye, cenazeyê wî bi wesayîta zirxî ve girê didin û dikişkişînin. Wêneya bi sernavê "Mirovahî diherike" ku di 19’ê Mijdara 1992’an de di manşetê rojnameya Ozgur Gundemê de derket, dê bi salan di bîraniyê de bimîne. DMME’yê, di sala 2005’an de ji ber doza Mesut Dundar, ji ber “binpêkirina mafê jiyanê” Tirkiye mehkûm kir.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ve bi dawî bû.
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê Xizmên Windayan û ÎHD’ê, çalakiya xwe ya hefteya 693’yemîn li pêşiya peykerê Mafê Mirovan ê li kolana Gulîstanê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyê kesên di bin çavan de hatine windakirin hate hilgiritn. Di çalakiyê de aqûbeta Aydin Ay ê ku piştî binaçavkirina di 10’ê Tîrmeha 1993’yan de hatibû windakirin, pirsîn.
 
Rêvebirê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Alî Karadogan, çîroka windakirina Ay xwend û ev tişt got: Aydin Ay 27 salî bû û bi malbata xwe re li Êlihê dijiya. Ay, endamê Rêxistina Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Bajarê Êlihê bû. Di 10’ê Tîrmeha 1993’yan de ji bo kirîna cixarê ji malê derket lêbelê careke din venegeriya. Rexmê hemû hewldan û serlêdanan malbat, tu encamek der heqê aqûbeta Ay de bi dest naxin.” 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ve bi dawî bû.
 
 
 
 

Sernavên din

17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin
17:02 Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye
16:59 Ozgur Ozel: Divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibiryar bê birêvebirin
16:50 Kurtulmuş: Xebatên me yên têkildarî komîsyonê ber bi dawiyê ve ne
16:34 Li Amedê kelecana merasîma dîrokî: Em ji bo kesên çek danîne temînateke destûra bingehîn dixwazin
16:29 Navên kesên tev li merasîma şewitandina çekan bûn
16:00 Li Deşta Fîsê şahidiya kêliyên dîrokî
15:56 Şîna Harun Karay bi girseyî hate ziyaretkirin
15:55 Dayikên Aştiyê: Êdî tu hincetên dewletê nema, bila gav biavêje
15:41 Rojeva çapemeniya cîhanê merasîma dîrokî bû
15:26 Oral ê 30 salan girtî ma: Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje
15:10 Nêçîrvan Barzanî: Ev gav dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike
15:05 ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan serlêdana sûc kir
14:28 Merasîma dîrokî li ser ekranan temaşe kirin
14:11 Vaye dîmenên merasîma şewitandina çekan
13:32 Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hate derbaskirin
13:24 Hûrgiliyên merasîma dîrokî: Pêdivî bi sererastkirinên dîrokî heye
13:01 Roja dîrokî: Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kir
12:56 Bahçelî: Rêberê damezirîner ê PKK’ê soza xwe bicih anî
12:48 Besê Hozat di merasîma dîrokî de ye
12:41 Ji merasîma dîrokî dîmenên ewil
12:25 Şandeya merasîma dîrokî dişopand ji qadê derket
12:05 Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin
11:16 Cihê merasîma dîrokî diyar bû
11:06 Şandeya DBP, HDK û DEM Partiyê li qada merasîmê ye
10:49 Serşêwirmendê Serokkomar Yîgît Bulut mir
10:42 Gel li benda ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ e!
10:34 Welatiyan wesayîtên kana madenê ji bajarokê derxistin
10:06 Hevberdevkê Giştî yê YSP’ê Asena: Pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê dike
09:52 Delegasyona navneteweyî ber bi qada torenê ve bi rê ket
09:44 Pirtûka parastina doza Kobanê: ‘Jin Jiyan Azadî’ çap bû
09:33 Tunç Soyer: Yên di bin zexta îktîdarê de divê hevkariyê mezin bikin
09:29 'Di sala 10'emîn de li ser şopa Pirsûsê': Ji bo edaletê têkoşîna li ser bingeheke yekgirtî