ÎZMÎR - Midaxileya ji bo vemirandina şewata li Îzmîr û Kutahyayê derketibû didome.
Di navbera navçeyên Selçûk û Menderesê ya Îzmîrê de şewat derketibû. Midexileya ji bo vemirandina şewatê didome. Şewata ku hêj nayê zanîn ku ji ber çi derketiye, li hawirdorê belav dibe. Gelek komên agirkujiyê û Mudiriyeta Herêmê ya Daristanê sewqî cihê şewatê hatin kirin. Ji bo agir li daristan û zeviyên cotkariyê belav nebe tevdîr hatin girtin.
Li navçeya Gedîz a Kutahyayê li nêzî trafoya ceyranê şewat derket. Ji ber gîhayê ziwa, şewat di dimeke kin de belav bû. Şewata ku nêzî jîngehê derketibû, bi midaxileya koman ve hate kontrolkirin. Sedema derketina şewatê tê lêkolînkirin.