NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan li dijî Husiyan êrişên hewayî kirine.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan ên hewayî û deryayî li dijî bendergehên Hudeydeyê, Ras Îsa û Selîf û santrala ceyranê ya Ras el-Katibê yên Yemenê êriş kirine.
Televîzyona El-Mesîrayê ragihandibû ku êriş berî vê daxuyaniyê pêk hatine. Îsraîlê, îdia kiribû ku bendergehên hedefgirtî ji bo veguhestina çekan ji Îranê bo milîsên Husî hatine bikaranîn. Îsraîlê, ragihand ku wan li keştiya Galaxy Leader ku di Mijdara 2023’yan de ji aliyê Husiyan ve hatibû girtin û pergala radarê li ser keştiyê hatiye bicih kirin, xistine.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Husiyan heta niha bi dehan caran bi fûze û dronan êrişî Îsraîlê kirine. Artêşa Îsraîlê, ragihand ku du fûzeyên ku ji Yemenê hatine avêtin nekarîne werin rawestandin. Ji dawiya sala 2023’yan heta niha Husiyan gelek keştî bi îdiaya ku eleqeya wan bi Îsraîlê re heye hedef girtin. Piştî êrişên ser keştiyên Amerîkî, Amerîkayê bi hefteyan bersiv da. Tevî agirbesta di Gulanê de jî Husî bi hinceta hevgirtina bi Xezeyê re gefê li keştiyên Îsraîlê dixwin. Herî dawî di roja yekşemê de li peravên Hudeydeyê êrişî keştiyeke bazirganiyê kirin. Ji ber van êrişan, gelek şîrket ji derbasbûna ji Deryaya Sor dûr dikevin.