Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin

  • rojane
  • 09:33 6 Tîrmeh 2025
  • |

AMED – Rêxistin û komeleyên ziman dixwazin ku astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin. Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû, got: “Em dikarin di pêvajoyê de roleke çalak bigirin ser xwe.”

 
Li aliyekî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rojevê de ye û li aliyê din jî di warê mafên bingehîn û azadiyan de bendewariyek di civakê de ji bo rêziknameya qanûnî heye. Yek ji daxwazên berbiçav ên 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Sazî û rêxistinên ku li ser pêşvebirin û parastina Kurdî dixebitin, bi çalakî û bûyerên ku organîze dikin, dixwazin Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.
 
MÎNAKA RÛANDAYÊ
 
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxê 2’emîn a Amedê Duygu Ozbay da xuyakirin ku ev pêvajo bi guhertina sîstema perwerdeyê ya ji aliyê dewletê ve li ser 'yekrengî û asîmîlasyonê' hatiye avakirin û wiha got: “Sîstema perwerdeyê li gorî pergala yekperestiyê hatiye dîzaynkirin. Sîstemeke ku li dora yek zayend, yek ziman, yek netewe û yek bawerî hatiye dîzaynkirin. Ev sîstem hêrs û şîdetê mayînde dike.”
 
Duygu Ozbay bûyerên li Rûandayê qewimîn bibîr xist û wiha got: "Di navbera mehên Nîsan û Tîrmeha 1994'an de li Rûandayê bi qasî 800 hezar Tûtsî û Hûtûs ji aliyê milîsên neteweperest ve hatin qetilkirin. Mufredata perwerdeyê ya Rûanda ya beriya pêvajoya aştiyê li ser 'em û wan' hat avakirin. Lê belê piştî ku aştî pêk hat û encamên erênî hatin bidestxistin, ev yek ji holê hat rakirin. Ji bo çanda aştiyê bê avakirin bernameyên perwerdehiyê yên berfireh hatin lidarxistin. Di van bernameyan de peyamên li dijî cihêkariya etnîkî û lihevhatina civakî hatin destnîşankirin."
 
Duygu Ozbay da zanîn ku divê di pêvajoyên aştiyê de ewilî sîstema perwerdeyê were guhertin û got, "Reformên destûra bingehîn dikarin bên kirin. Beşa perwerdeyê jî divê bi heman rengî bê kirin. Li şûna polîtîkayeke înkarker û asîmîlasyonîst, divê polîtîkayeke li ser bingeha demokrasî û mafên mirovan bê meşandin.”
 
‘DIVÊ KURDÎ BI ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEYÊ’
 
Hevserokê Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) Remzî Azîzoglû bal kişand ku divê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û wiha axivî: "Beriya her tiştî divê wekhevî pêk were. Ji bo vê yekê divê Kurdî hem bibe zimanê perwerdeyê, hem jî zimanekî fermî. Kurd bi Tirkî dest bi perwerdehiyê dikin. Pêvajoya hînbûnê jî demeke dirêj digire û ev pêvajo pêşketinê asteng dike."
 
Azîzoglû bal kişand ser polîtîkayên ku ev 100 sal in tên meşandin divê bên terikandin û wiha got: "Komar li ser înkara Kurdan hatiye avakirin. Sîstemeke ku ziman û çanda wan qebûl nekir, hat avakirin. Wê sîstemê heta roja îro dewam kir. Divê ev biguhere. Em dixwazin di pêvajoyê de di mijara ziman de rolek aktîf bilîzin. Ji bo vê binesaziya me heye. Divê astengiyên li pêş ziman bên rakirin. Eger daxwazek ji bo jiyana hevpar bê kirin, qebûlkirina cudahiyan pêwîst e. Ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet divê her kes tevkariyê bike."
 
MA / Fethî Balaman
 
 
 
 
 

Sernavên din

08/07/2025
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng