Amedsporê formayên sezona nû da nasîn

  • rojane
  • 15:55 5 Tîrmeh 2025
  • |
AMED - Rêveberiya Amedsporê civîna ewil a şêwra bi çapemeniyê re li dar xist û formayên sezona nû dan nasîn. Di civînê hat gotin ku amadekariyên sezona nû berdewam dikin û dê hewl bidin ku tîma wan bibe tîma serkeftî ya sezonê.
 
Amedspor, di Lîga 1'emîn de têkoşîna xwe dê bidomîne. Rêveberiya Amedsporê bi çapemeniyê re civîna şêwrê li dar xist û ji bo sezona nû ya pêşiya me formayên xwe da nasîn. Serokê Amedsporê Bûrç Baysal û rêveberên Amedsporê beşdarî civînê bûn. Civîn li avahiya Navenda Gastronomî ya Amedê hat lidarxistin. Amedsporê ewilî ji bo rojnamevanan firavîn amade kir û piştre jî civîna çapemeniyê li dar xist.
 
AMADEKARÎ DIDOMIN
 
Sekreterê Giştî yê Amedsporê Farûk Korkmaz ewilî derbarê civîna şêwrê de agahî dan û bi xêrhatina rojnamevanan kir. Korkmaz anî ziman ku wan biryar girtiye ji du sê hefteyan carekê bi çapemeniyê re civîna şêwrê li dar bixin. Korkmaz wiha got: “Em hemû xebatên xwe yên teknîkî berdewam dikin. Xebatên me bê navber berdewam dikin. Em xwe ji bo sezoana pêşiya me amade dikin. Niha  futbolîstên me li kampa Erzriomê ne û amadekariyên xwe yên ji bo serdama bê berdewam dikin. Teknîkdîrektorê me di warê birêvebirina futbolîstan de xebatên xwe didomîne.”
 
TÎMA JINAN
 
Alîkara Serokê Amedsporê ya ji Tîma Jinan Berpirsiyar Semra Arslan jî axivî û derheqê tîma jinan de agahî dan û got: “Tîma me ya jinan pêşketinê pêk tîne. Ev me kêfxweş dike. Armanca me ew e ku em li ser navê Amedê tîma me ya jinan futbolek baş û xweşik li dar bixe. Em bi girîngiyek mezin li tîma Amedsporê ya jinan dinêrin. Em amadekariya sezoana nû dikin. Dema plansaziya me qediya em ê dîsa agahdarî bidin. Tîma me ya jinan jî dê biçe kampê. Cara ewil e ku tîma me ya jinan dê bikeve kampê.”
 
Alîkara Serokê Amedsporê Şeyda Aslantaş jî axivî û diyar kir ku wan beriya kongreya xwe komxebatek li dar xist û piştre kongreya xwe li dar xistin e û wiha got: “Me bi van xebatan xwest em xeta polîtîk a Amedsporê xêz bikin û derxin holê. Amespor di warê mîsyonê de ew e ku têgihiştinek aştiyane û civakî derxe holê. Hedefa wê hembêzkirina her kesî ye û yekbûna futbolê û civakê ye. Amedspor xwedî nêrinek û vîzyonek wisa ye. Meyla Amedsporê li ser aştiyê û yekitiyê ye. Em binesaziya tîma xwe pêk tînin. Hemû amadekariyên me berdewam dikin.  Hemû futbolîstên li herêmê dikarin bên Amedê û xwe di tîma jinan de bibînin. Em ê lîstikvanên nû bigirin. Amadekariyên me di vî warî de berdewam dikin. Ji bo em lîstikvanên nû bigirin tîma xwe xebat û hevdîtinên me didomin.
 
Em cemaetek bi nirx û sekna xwe tên zanîn. Ez bang li hemû grûbên alîgiran dikim ku bi her awayî û seknek aştiyane xwedî li tîma xwe derkevin. Em dirûşmên ku li gorî sekn û nirxên Amedsporê ne, berz bikin û xwe wisa ji bo maçan amade bikin.
 
Em daxwaz dikin ku hemû rojnameger jî li ser esasên rast û agahiyên rast parve bikin û bikin nûçe. Deriyên me heta dawiyê ji rojnamegeran re vekirî ye ku em agahiyên rast bidin wan. Xwesteka me ew e ku em bi hesasiyetek mezin nûçe bên çêkirin.”
 
'EM DIXWAZIN SERKEFTINÊ NÎŞAN BIDIN'
 
Serokê Amedsporê Burç Baysal jî di dawiyê de axivî û ev yek anîn ziman: “Em civîna xwe ya ewil a sezona xwe ya nû li dar dixin. Xebata me ya ewil em bibin sazîbûn. Em di nava xebatek hûr û kûr de ne. Armanca me ew e ku em nîv milyon ciwanên vî bajarê bala wan bidin ser xebatên sporê. Ev jî misyona me ye. Em dixwazin kesên rasteqîn bigihîninê û dixwazin ku wan ji kûrmên wan bidin dûrkirin. Em li ser îdarekirina aborî ya Amedsporê dixebitin. Dixwazin budçeyek klûba xwe çêkin ku dikaribe xwe îdare bike û li ser lingan bigire.
 
Tîma me ya jinan mînakek şênber û bênavber xebatan didomîn e. Tîma me ya jinan ji aliyê rêveberên me yên jin ve tê birêvebirin. Cara ewil dê tîma me ya jinan biçe kampê.
 
Em du otobusên nû li filoya xwe zêde dikin. Em bi TFFê re di nava têkiliyên cidî de ne û danûstandinên me yên li gel TFFê berdewam dikin.
 
Wê sîstema me ya bilêtan li ser passolîgê berdewam bike. Me peymana xwe bi passolîgê re çêkir. Me peymana du salan çêkiriye. Em bang li her kesî dikin ku passolîgên xwe nû bikin û nû bibin endam. Em ê hefteyên pêşiya xwe bilêtên kombîne jî ragihînin.
 
Di warê sponsoriyê de hê bi tu kesî re peymanek çênebûye. Em dixwazin sponsoriyek ku layîqî Amedsporê be bijêrin.
 
5 heb formayên tîma futbolîstên zilam hatin bijartin. Wê futbolîstên me di vê sezona nû de bi van formayan bilîzin.
 
Em di serdemek ku transeferên zelal pêk bînin de derbas dibin. Em dixwazin di nava grûba me ya 11 futbolîstên ewil de kesên profesyonel hebin. Em dixwazin tîmek serkeftî amade bikin ku serkeftinê bîne. Her qirûşek em li ser vê tîmê bidin pereyê vî gelî ye û divê her kes wisa nêzî tîma xwe bibe. Em bi îdiayên mezin dest bi sezonê dikin.
 
Em dibêjin em ê maç û lîstikên ku kêfê bide alîgirên me yên çar aliyên cîhanê bilîzin û serkeftinê nîşan bidin. Li stadê xebat berdewam dikin. Li gorî dîroka ku ji me re ragihandine dê amade be. Wê heta 8ê Tebaxê amade be.”
 
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.
 
DANASÎNA FORMAYAN
 
Di dawiya civînê de 5 formayên sezona 2025-2026an ji rengên kesk, sor, zer, spî û reş pêk tên danasîna wan hat kirin. Dê vê sezona pêşiyê lîstikvan bi van forman bilîzin.
 

Sernavên din

08/07/2025
12:42 Montag ê Amerîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû