Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan

  • rojane
  • 15:29 5 Tîrmeh 2025
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafên mirovan daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş Ergîn Aktaş û Emin Gurban kirin.
 
Parêzvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê der barê girtiyên nexweş Ergîn Aktaş û Emîn Gurban de daxuyanî dan. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, hefteya 693'emîn a çalakiyên "Rûniştina F"yê li ber avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiyê de îşaret bi rewşa girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa R ya Metrisê hat kirin. Pankartên bi nivîsên "Dermankirin mafek e û nayê astengkirin" û "Divê girtiyên nexweş bên berdan" hatin vekirin. Her wiha gelek caran dirûşmeyên wekî "Divê girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin.
 
REWŞA ERGÎN AKTAŞ
 
Endamê ÎHD'ê Cîhan Kaplan got ku destê çepê yê Ergîn Aktaş ji enîşkê û destê rastê jî ji qevdikê ve tune ye. Kaplan diyar kir ku bi Aktaş re nexweşiya KOAH, iltîhaba pişikê, nexweşiya tuberkulozê û nexweşiyên mantarê heye û got: "Ergîn Aktaş girtiyekî asteng e ku nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe û yên takekesî çareser bike. Pirsgirêk û nerehetiyên wî yên têkildarî nexweşiyan her ku diçe zêde dibin."
 
Kaplan destnîşan kir ku Aktaş tevî rewşa xwe ya tenduristiyê sewqî girtîgehên cuda hatiye kirin û got: "Aktaş demeke dirêj li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê di hucreyeke yekkesî de ya bêpace de maye, di vê pêvajoyê de nexweşîna KOAH û mantarê lê peyda bûye. Aktaş, gava sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrisê hatiye kirin di odeyekek yekkesî de maye û ji bo bikaribe biçe odeyek sê kesan, neçar ma ku têkeve greva birçîbûnê. Demeke dirêj bi du girtiyên din ên nexweş re, yek felcî û yekî di nava nivînan de maye û alîkariya hev du kirine. Herî dawî dibe şahidê mirina hevalê xwe Abdulkadî Kûday." 
 
‘BERDANA WÎ 7 CARAN HAT ASTENGKIRIN'
 
Kaplan diyar kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) raporek derxistiye ku tê de hatiye gotin ku Aktaş 7 caran "nikare di girtîgehê de bimîne", lê bi hinceta ku ew "ji bo ewlehiya giştî xeternak e" nehatiye berdan. Kaplan got: "Li gorî parêzera Aktaş Gulîzar Tûncer, serlêdana ATK'ê ya dawî ji bo Ergîn Aktaş di 15'ê Nîsanê de hatiye kirin û tevî ku di raporê de hatiye gotin ku ew 'nikare di girtîgehê de bimîne', ew nehatiye berdan. Bi hinceta ku ew mehkûmê cezayê muebbetê yê girankirî hatiye kirin û serbestberdana wî hatiye astengkirin."
 
ENQERE
 
Hasta Mahpuslara Özgürlük İnisiyatifi, eylemlerinin 565’inci haftasında hasta tutsak Emin Gurban’ın durumuna dikkat çekti. Sakarya Caddesi’nde yapılan açıklamada “Hasta tutsaklar serbest bırakılsın” ve “Tecrit işkencedir tecride son” sloganları atıldı. 
 
Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş di hefteya 565emîn a çalakiyên xwe de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Gurban. Di daxuyaniya li Kolana Sakarya de dirûşmeyên "Girtiyên nexweş berdin" û "Tecrîd îşkence ye, tecrîd bi dawî bibe" hatin qîrkirin.
 
Asli Saraç yek ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, daxwaza serbestberdana Emîn Gurban kir ku 29 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Eregli ya Konyayê girtî ye. Asli Saraç diyar kir ku Gurban ji ber girtina demdirêj gelek nexweşî lê peyda bûne, got: "Di sala 2018'an de ji gurçikê emeliyat bûye û malbata wî di wextê xwe de nehatiye agahdarkirin. Di Îlona 2022'yan de, di encama muayeneya çavan de li Nexweşxaneya Dewletê ya Seka ya Îzmîtê, teşxîsa presbiopiyê lê hatiye danîn. Tansiyona wî bilind heye û pêdiviya wî bi parêzê heye. Di 1'ê Kanûnê 2022'yan de, pirsgirêkên tenduristiyê yên wekî serêşeke giran, vereşîn û gêjbûnê dest pê kirine û di 2'ê Kanûna 2022'yan de ew sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Seka ya Kocaeliyê hatiye kirin. Di heman rojê de ew dîsa anîne girtîgehê. Di 6'ê Kanûna 2022'yan de ew dîsa sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û 6 rojan li nexweşxaneyê maye. Di muayeneyan de hatiye destnîşankirin ku di demarên sereke yên ji stû ber bi mêjî ve diçin de astengî heye, ji sedî 60 zirar li beşa mejî heye û di heman rojê de, beşa neorolojiyê ya nexweşxaneyê Sendroma Felca Mejî ya G46.4, Sendroma Demarên Din a G46.8 teşxîs hatiye danîn."
 
RÊWÎTIYEKE BI KELEMÇEKIRÎ
 
Asli Saraçê diyar kir ku di raporê de hatiye gotin ku nexweş nikare pêdiviyên xwe bi xwe bi cih bîne û got: "Li nexweşxaneyê derman dane wî û gotine ku divê ew di demeke nêz de ji bo kontrolê vegere û heke rewşa wî baş nebe, ew ê ji bo Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kocaeliyê were şandin û di 12'ê Kanûna 2022'yan de ew dîsa şandine Girtîgeha Kocaeliyê. Di 16'ê Kanûna 2022'yan de, bêyî ku malbat û parêzerên wî agahdar bikin, tevî ku ew bi giranî nexweş bû û dermankirina wî hatibû qutkirin, ew sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Eregliyê kirin. Piştî rêwîtiyeke nêzîkî 8 saetan, bi ambulansa leşkerî ew anîn Eregliyê. Gava ew anîn li ser sedyeyê dirêjkirî û destê wî kelemçekirî bû." 
 
Asli Saraçê destnîşan kir ku Emin Gurban ji ber nexweşiya xwe ya giran nikare di girtîgehê de bimîne.
 
 

Sernavên din

08/07/2025
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike