ÎDIR - Li Îdirê berê mişmişên ku ji bo hezaran kesan dibe jêderka debarê bibereket e.
Îdira ku xwedî avheweyeke mikroklîma ye, bajarê herî zêde yê lê mişmiş lê tên hilberîn e. Li bajêr, 293 hezarî zêdetir darên mişmişan hene û salane dora 40 hezar tonên mişmişan lê tên hilberîn. Bera ku di Hezîranê de dest pê dike heta dawiya Tîrmehê didome. Îsal li gelek bajaran ji ber guherîna hewayê ji berhemdariya mişmişan ne berhemdar bû lêbelê cotkarên Îdirê ji berê kêfxweş in.
Welatiyê bi navê Tûfan Erdal (57) ê ku ji baxçeyan mişmişan kom dike diyar kir ku her sal hilberîneriya mişmişan bêtir zêde dibe. Erdal, got: "Bera mişmişan di Hezîranê de dest pê dike. Em li nava baxçe li mişmişan digerin. Dema em li baxçe dinêrin em tonaj diyar dikin û li gorî wê em bihayê heqdestê xwe ji xwediyê mişmişan re dibêjin.”
ZÎPIKÊ BANDOR LI ÎDIRÊ NEKIR
Erdal, diyar ki ku îsal hilberîn baş bûye û ev tişt anî ziman: "Li Tirkiyeyê gelek cih ji zîpikê bandor bû lê Îdir zêde jê bandor nebû. Ji ber vê yekê ber gelek baş e. Mişmişên ku em kom dikin bihayê kîloyê wê dora 35-40 TL ye. Ev biha dema ku hilberîn zêde be heta 5 TL jî dikeve. Lêbelê ber bi dawiyê ve dema mişmiş kêm bûn ev biha zêde dibe.”
Erdal, wiha pê de çû: “Mişmişên ku em kom dikin em dişînin bajarên Tirkiyeyê. Dema komkirina mişmişan ji gelek bajaran mirov ji bo xebatê têne vir. Niha 15 kedkar bi min re dixebitin. Kedkarên ku bi min dixebitin ji vir in. Ji ber germê em serê sibê saet 4.00’an de diçin baxçe. Nîvrokî em navbera bêhnvedanê didin. Vê navberê de xebatkar bêhna xwe vedidin. Heqdestê karkeran rojane dora 1000 û 3000 hezar TL de diguhere.”
'HER TIŞT BIHA YE'
Kudret Olçe (58) ya ku di baxçeyê mişmişan de dixebite, diyar kir ku berê sewalkarî kirî piştî temenekî dest bi mişmişan kiriye. Kudret Olçeyê, wiha got: "Di serê sibê saet 4’an de em diçin baxçe. Ciwan li serê daran mişmişan kom dikin. Em jî li vir ji hev didin û pakêt dikin. Em mişmişên xirabûyî, li gorî mezinbûn û biçûkbûnê ji hev vediqetînin. Hert tişt biha ye. Bi zehmetî em debara xwe dikin.”
MA / Omer Akin