Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin

  • rojane
  • 16:10 3 Tîrmeh 2025
  • |
img
WAN - Zaroka bi navê E.A. li Erdîşê rastî tecawizê hatibû û piştre întîhar kiribû. Bersûcên bi navên M.B. û G.Y. ku rê li ber întîhara E.A.’yê vekiribûn dîsa nehatin girtin. 
 
Kesên bi navên M.B. û G.Y. 7 meh berê li navçeya Erdîşê ya Wanê bi rêya şantajê tecawizî zaroka 15 salî E.A. kiribûn û piştre jî neçarî întîharê kiribûn. Danişîna ewil a dozê, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erdîşê hat lidarxistin. Bersûc, bi sûcên “îstîsmara zayendî ya li dijî zarokê” û “gef û şantaja li dijî jinê” tên darizandin. Gelek rêxistinên civaka sivîl û jinan jî danişîn şopandin. Parêzerên bersûcan tev li bûn lê bersûc bi xwe tev li nebûn. 
 
BIRYARA ANÎNA BI DARÊ ZORÊ
 
Piştî tespîtkirina nasnameyê, dayik û bavên mexdûrê gotin ku ew gilîdar in. Dayik û bavên zarokê diyar kirin ku bersûcan bi rêya şantajê tecawizî keça wan kirine, bi rêya şantajê neçarî întîharê kirine û zext li ser şahidan jî heye. 
 
Şandeya dadgehê piştî parastinan biryara xwe da. Şandeyê, biryar da ku rewşa kontrola edlî ya bersûcan bidome, dosya ji pispor re bê şandin û bersûc di danişîna din de bi darê zorê bên amadekirin. Danişîna dozê taloqî 26’ê Îlona 2025’an hate kirin.
 
‘ENCAMA PERGALEKE RÊXISTINKIRÎ YE’
 
Platforma Jinan a Wanê piştî danişînê li pêşiya Edliyeya Wanê daxuyanî da. Ji rêveberiya platformê Ayşe Mînaz metna daxuyaniyê xwend û got: “Zarokeke keç a 15 salî rastî îstîsmara zayendî hatiye, bi dîmenên wê yên tazî gef lê hatiye xwarin, hatiye tirsandin, hatiye bêdengkirin û herî dawî jî neçarî mirinê hatiye kirin. Ev zarok, li şûna edaletê bi şantajê, li şûna parastinê bi zextê re rû bi rû ma. Tirsiya, bêdeng bû û bi tenê hate hiştin. Ev doz ne dozeke îstîsnaî ye. Ev doz, nîşan dide ka ev pergal çawa dixebite. Dibe ku em îro li vir bin lê em dizanin ku li cihên din jin tên kuştin, zarokek din tê îstîsmarkirin û jinek tê bêdengkirin. Êdî cînayetên jinan ne munferîd, encama pergala rêxistinkirî ye.” 
 
‘NE ÎNTÎHAR LÊ QETLÎAM’
 
Bi domdarî Ayşe Mînazê anî ziman ku li Kurdistanê tundiya li dijî jinan her ku diçe zêdetir dibe û li ser vê xakê jin hem xetere hem jî bi tena serê xwe berxwedan e. Ayşe Mînaz, wiha domand: “Cînayetên jinan zêde dibin ji ber ku ev pergal tundiya mêr xweyî dike, diparêze û bi nedayina cezayê xelat dike. Ev hevala me ya em îro li vir doza wê dişopînin ne tenê hedef bû. Yek ji wan bi hezaran jina ye ku vê pergalê mafê jiyanê jê re nedaye. Tu mekanîzmayeke ku wê biparêze tune bû. Xizmetên civakî kêm bûn, daraz dereng ma, dibistan bêdeng ma, cîran bêdeng man. Her kesî dît lê tu kesekî nedît. Û em dizanin; ev ne întîhar e, ev qetlîameke jina ye.” 
 
DAXWAZ HATIN AŞKERAKIRIN
 
Ayşe Mînazê daxuyand ku saziyên dewletê jinan naparêzin, berevajî vê ji bo bêdengkirina jinan dixebitin û qanûnan bicih nayînin. Ayşe Mînazê daxwazên platformê jî wiha rêz kir:
 
*Di dozên îstîsmara zayendî û tundiyê de bila necezakirin bi dawî bibe. 
 
*Ji bo parastina jin û zarokan bila pergaleke piştevaniyê ya bibandor û zêde were avakirin. 
 
*Bila ne jiyana faîlan, jiyana mexdûran esas were girtin. 
 
*Li her taxê, li her dibistanê û li her saziyê bila ji bo jinan qadên jiyanê yên bi ewle bên avakirin. 
 
*Bila hesab ji zîhniyeta cînayetên jinan weke ‘meseleya navxweyî ya malbatê’ dibîne û tundiya mêr asayî dike ya di nava daraz û hêzên ewlekariyê de were pirsîn. 
 
Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî berxwedana Jinan” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

08/07/2025
12:42 Montag ê Amerîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû