DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin

  • rojane
  • 15:08 3 Tîrmeh 2025
  • |

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku dê têkildarî pêvajoyê gavên girîng bên avêtin, li Herêma Federe ya Kurdistanê biryarên kongreyê bên cîbicîkirin û got: “Em ber bi qonaxeke bêhtir berpirsyartiyan bar dike û bêhtir pêwîstiya xwe bi gavên şênber û xurt heye ve diçin.”  

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ku hêj didome, li navenda giştî daxuyanî da. 
 
Ayşegul Dogan, bal kişand ser mijarên di MYK’ê de li ser hatiye axaftin û got ku ew li ser meseleya demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiyê axivîne û got: “Ji ber ku bêyî aştiyê Tirkiye nikare demokratîk bibe.” 
 
‘NÊZ E KU EM DERBASÎ QONAXEKE NÛ BIBIN’ 
 
Ayşegul Dogan, da zanîn ku di civînê de li ser komîsyona tê payin li Meclisê were avakirin axivîne û got: “Em dikarin bibêjin ku êdî nêz e em derbasî qonaxeke nû bibin. Dikarin qala çendek lingên vê qonaxa nû bikin. Yek ji wan komîsyona tê payin li Meclisê were avakirin. Ev qonax, qonaxeke girîng e. Di vê mijarê de bendewarî û daxwaza civakê heye. Li ser vê komîsyonê li Meclisê jî konsensusek heye. Divê ev gav were xurtkirin. Amadekariyên hiqûqî dikarin bên xurtkirin û bi çendek amadekariyên yasayî bê bihêzkirin. Ji hêla mutebeqeta civakî ve anku ji hêla rewabûna civakî ve gelek girîng e. Lewma em dixwazin komîsyon bi sererastkirineke qanûnî were avakirin. Di rewşeke wiha de dê xebatên wê bibandortir û encamên wê bêhtir mayinde bin. Lewma me di serî de xwest ku rayeyên vê komîsyonê yên taybet hebin.” 
 
‘DIVÊ BI KOMÎSYONÊN JÊR RE CIVAK JÎ WERE DAXILKIRIN’
 
Ayşegul Doganê bi lêv kir ku weke partî ew qala aştiya civakî dikin, dixwazin xwe bigihînin hemû derdorên civakê, dema pêwîst kir divê bikare ji pisporan rapor û belge werin xwestin û divê mekanîzmayeke ku di dema biryardayinê de derdorên cuda yên civakî jî tê de cih bigirin wera avakirin. 
 
‘HEWCEYE PIRANÎPARÊZ BE’
 
Ayşegul Doganê, got ku yek ji rêgeza sereke ya partiya wan piranîparêzî ye û wiha domand: “Lewma divê lingê wê yê civakî xurt be û mekanîzmaya di nava civakê de tê avakirin jî ev komîsyona jêr e. Ev formulasyon e dibe lê divê bi awayekî xwe bigihîne komîsyonê û were nirxandin. Ev bo me girîng e. Her wiha partiyên komên wan li Meclisê tune ne dikarin çi bikin, dikarin çawa bên tevlikirin û nêrîn û pêşniyarên wan jî ji bo komîsyonê girîng e. 
 
EM DERBASÎ QONAXEKE NÛ DIBIN
 
Em derbasî qonaxeke nû dibin. Li gorî agahiyên bi me re hatine parvekirin, di hefteya pêş de dê çendek gavên dîrokî bên avêtin û em ê bi hev re şahidiya vê bikin. Her wiha têkildarî cih jî gelek gotin tên kirin. Derfeta me nîne em vê piştrast bikin. Dema aliyan daxuyanî dan dê ev zelal bibe. Gaveke dîrokî ya plankirî ku dê li Herêma Federe ya Kurdistanê were avêtin. Ev gav jî dê li gorî cîbicîkirina biryarên kongreyê be.
 
DEMA BERPIRSYARTIYEKÊ YE
 
Yek ji aktorên girîng ên pêvajoyê jî DEM Partî ye. Lewma amadekariyên me jî hene. Her çend li ber destê me agahiyên bisînor hebin û muxatabên yekser em nebin jî, em ê şahidiya geşedanên ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn dîrokî bikin. Ev ne tenê şahidiyeke, her wiha berpirsyartî ye. Divê kesek li gorî qonaxa pêvajo gihaştiyê xwe sist neke. Em ber bi qonaxeke ku bêhtir berpirsyartiyê bar dike û pêwîstiya wê bi gavên şênber û xurt heye ve diçin. Lewma em dibêjin ku hêj Lijneya Giştî navber nedayî, hêj Meclisê navber nedayî xebatên xwe divê komîsyon bi lez û bez were avakirin û dest bi xebatên xwe bike. 
 
ZEMÎNA SIYASÎ Û HIQÛQÎ
 
Bersiva vê tenê bi zemîna siyasî û hiqûqî dibe. Li şûna terkexemiyê, divê her kes bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigire û ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk bêhtir bixebite. Nexwe em ê ji bo mayindekirina pêvajoyê zehmetiyan bikişînin.”
 
ROJ DIYAR NÎNE
 
Ayşegol Dogan piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Ayşegul Doganê ji bo pirsa “Gelo dê beriya bêçekbûnê peyamek ji Ocalan were an na, dê li ku çek bên danîn” wiha got: “Em li bendê ne ku di hefteya pêş de li gorî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan a 27’ê Sibatê û biryarên kongreyê guncav, gaveke dîrokî were avêtin. Ez nikarim bo we rojekê tam diyar bibêjim. Ev ne li gorî înîsiyatîfa me ye. Divê alî bi xwe aşkera bikin.” 
 
BAJAR DIYAR NÎNE 
 
Ayşegul Doganê da zanîn ku li gorî agahiyên li ber destê wan, dê ev gav li Herêma Federe ya Kurdistanê were avêtin lê bajar diyar nîne. Ayşegul Doganê, wiha domand: “Tişta dikeve ser milê her du aliyan ew e ku rewşa bêpevçûyînê mayinde bibe, ji bo şer bi temamî bi dawî bibe û çek ji dewrê derkevin, tişta pêwîst bikin. Em li bendê ne ku birêz Ocalan di nava çendek rojan de têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.”
 
NÛÇE DEREWAND 
 
Ayşegul Doganê ji bo îdiaya “Dê têkildarî berdana çekan toren were lidarxistin û dîmen bên parvekirin” jî got di vê mijarê de agahiyek li ber destê wan nîne û çavkaniyên wan agahiyeke wiha piştrast nekirine. Ji bo pirsa “Peyam dê bidîmen be yan na” jî Ayşegul Doganê anî ziman ku di vê mijarê de agahiyek li ber destê wan nîne lê ew dixwazin peyam bidîmen be. 
 
 

Sernavên din

08/07/2025
12:42 Montag ê Amerîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû