Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe

  • rojane
  • 11:28 2 Tîrmeh 2025
  • |
img

ANTALYA - Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe. TUAY-DER û malbatan xwesetin girtiyên nexweş bên berdan.  

Li girtîgehên Antalyayê bi dehan girtiyên nexweş tên ragirtin û xetereyeke mezin li ser jiyana wan heye. Xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Antalyayê (Antalya TUAY-DER) têkildarî mijarê banga hestiyariyê kir. 
 
Hevseroka Antalya TUHAY-DER’ê Nazîme Bayhan bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got ku girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê her ku diçe bêhtir terkî mirinê tên kirin. Nazîme Bayhan, da zanîn ku bi taybet jî rewşa Devrîm Ayik, Burhan Guneş, Abdulhamît Ozdemîr û Neslîhan Çetîn gelek giran e û wiha domand: “Em hewl didin rewşa girtiyên nexweş bikin rojev û parêzerên me her tim tên û diçin. Tevî vê jî mercên wan nayên başkirin. Bi taybet jî rewşa Neslîhan Çetînê gelek xerab e û rewşa wê gelek giran bûye. Zêdetirî 10 nexweşiyên Burhan Guneş hene. Tevî hewldanên ji bo berdana girtiyên nexweş jî mercên wan nayên başkirin. Heke dewlet di vê pêvajoyê de jidil be, bila sererastkirinan bike. Em hêviya xwe winda nakin û têkoşîna xwe didomînin. Bila kesek bêdeng nemîne û her kes li ber xwe bide.” 
 
NEXWEŞIYÊN ALERJÎK
 
Hunermendê Kurd Axîn Biro (Îbrahîm Ertaş) ku li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê tê ragirtin, nexweşiya wî ya şekirê heye û ji ber avhewaya Antalyayê gelek nexweşiyên alerjîk lê peyda bûne. Keça Ertaş, Sarya Ertaş jî tiştên li Amedê jiyayîn vegot û anî ziman ku tevî daxwaza sewqkirinê jî heta niha daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Sarya Ertaşê got: “Mercên girtîgehê ji bo tedawiya bavê min têr nakin. Tevî bendewariyan jî li girtîgehan heta niha tu pêşketineke şênber çênebûye. Lê gava ewil a vê pêvajoyê diviyabû ji bo girtiyên nexweşiya wan giran bihata avêtin.” 
 
BANGA TEHLIYEYÊ
 
Neslîhan Çetîn jî li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê tê ragirtin û rewşa wê ya tenduristiyê giran e. Neslîhan Çetîn, piştî tedawiya guatra jehrî, di sala 2021’ê de toşpiyên wê yên tîrodê hatin derxistin û neçar ma ku di tevahiya jiyana xwe de êdî dermanên hormonê bi kar bîne. Halîfe Çetîn, anî ziman ku pirsgirêkên cidî yên keça wê hene û wiha got: “Ragirtina wê ya di girtîgehê de binpêkirina mafê jiyanê ye. Em li Mûşê dijîn. Ji ber ku nikarin her dem biçin wê derê, em hefteyê carekê li ser telefonê pê re diaxivin. Bi rastî jî di vê rewşê de em ji tu tiştekî bawer nakin. Ewqas hevdîtin tên kirin lê tevî vê jî tu pêşketin nînin. Di vê mijarê de baweriya me bi dewletê nayê. Weke malbat tu tiştek ji destê me nayê. Me daxwaz kir ku bişînin cihekî nêzî Mûşê lê qebûl nakin. Weke dayik û bavê wê em kal in û nikarin biçin wir. Lê daxwaza me qebûl nakin. Em dixwazin mercên wan bên başkirin, bên tedawîkirin û berdan.” 
 
 
 
 

Sernavên din

05/07/2025
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê
11:37 Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:59 Parlamenterê Partiya Gelecekê Torûn: Divê tavilê komîsyon bê avakirin
10:48 Serokê Baroya Amedê: Em amade ne alîkariya hiqûqî bidin pêvajoyê
09:56 Li Îzmîrê 137 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
09:45 Meclisa Ciwanan dê bi rojeva ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bicive
09:42 Yek ji bihûştên xwezayê Heftborî dê bi HES’ê bê tunekirin
09:06 Îsal li Îdirê berê mişmişan bibereket e
09:06 Girtiyê nexweş Guneş rexmê gelek nexweşiyan nayê tehliyekirin
09:05 Gundên Qaxizmanê bê av û ceyran in!
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Em ji her wextî bêtir ji bo yekitiya neteweyî bi hêvî ne
09:05 Dîrektora IHRNGO'ê: Li Îranê armanca zêdebûna zextan astengkirina protestoyan e
09:05 Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim': Armanca sereke azadiya Ocalan e
09:03 Aydin: Şensê taloqkirin û derenxistina kongreya neteweyî nemaye
09:02 Li Wanê dê pêşangeha ‘Hêviya Hunerê’ ya zarokan vebe
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2025'AN
03/07/2025
23:59 Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin
20:05 Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
16:10 Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:35 Binçavkiriyên Saraçhaneyê sewqî edliyeyê hatin kirin
13:34 Di Şaredariya Rêya Armûşê de şewat derket
13:34 Yerlîkaya, bîlançoya şewatan parve kir
12:22 Pentagon: Me bernameya nukleerê ya Îranê dereng da xistin
12:20 Şandeya Ewropayê li ser ‘Maseya Gilover’ çi nîqaş kir?
11:52 Serkeşeyê Suryan: Em di rêya Serok Apo de dimeşin
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin
14:31 Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhej çêbû
14:07 Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin
14:06 Halîde Turkogluyê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlibûnê kir
13:45 Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da
12:47 Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
12:31 Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin