STENBOL – Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencûs êrîşa navbera Îsraîl û Îranê û biryara agirbestê ya piştî wê nirxand û got, "Rojhilata Navîn ancax bi demokratîkbûyînê dikare aştiyê pêk bîne. Ji bo vê jî pêwîste nêzîkatiyeke rêxistinbûyî ya gel hebe. Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e."
Pevçûnên navbera Îsraîl û Îranê ku bi erîşên ku Îsraîlê ve destpê kiribû bi giştî 12 rojan dewam kir. Îsraîlê êrîşên li dijî tesîsên nukleerî yên li bajarên cuda yên Îranê pêk anî û di encamê de Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê, Fermandarê Mûxafizên Şoreşê, gelek fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerî hatin kuştin. Êrîşên mutabaqatê yên berdewam dikin, bi agirbesta ku di 25'ê Hezîranê de hat avakirin re hat rawestandin. Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencûs êrîşên navbera Îsraîl û Îranê û geşedanên li herêmê nirxand.
ÊRÎŞÊN ÎSRAÎL Û ÎRANÊ
Hamîde Rencûs bibîr xist, ku ji sala 2011'an û vir ve Îsraîlê bi desteka welatên rojavayî û DYA'yê li dijî hêzên li herêmê bi taybetî li Sûriye û Yemenê bi navê 'ewlekariyê' êrîş kiriye. Rencûs bi bîr xist ku piştî hilweşandina rejîmê li Sûriyeyê, Îsraîlê bi cihbûna li çiyayê herî bilind ê Sûriyeyê Çiyayê Hermon (Cebel Şêx) avantajên stratejîk bi dest xist û got, "Bi dagirkirina Çiyayê Hermon ê ku ji bo tevahiya herêmê xwedî girîngiyeke stratejîk e, Îsraîlê serweriya xwe li herêmê ragihand. Niha hemû başûrê Sûriyeyê di bin kontrola Îsraîlê de ye. Dihat zanîn ku piştî Sûriyeyê hedef Îran bû. Di vê wateyê de destwerdana li Îranê ne surprîz bû.”
ARMANC LAWAZKIRINA ÎRANÊ YE
Hamîde Rencûs diyar kir ku kuştina fermandar û zanyarên payebilind ên Îranê stratejiya Îranê guherandiye û wiha got: "Bi vê helwesta xwe re bersivên Îranê veguherî toleke giran. Îranê bi fuzeyên gelek êrîş pêk anî û ev yek jî bû sedema hilweşîneke cidî ya Îsraîlê. Di nava 20 salan de cara yekemîn Îsraîl bi texrîbateke ewçend giran re rû bi rû ma. Ji aliyekî din ve jî derket holê ku êrîşên Îsraîlê beşek ji planeke Amerîkayê ye. Armanc ew bû ku Îranê neçar bike ku berdêl bide û piştre peymanekê misoger bike. Amerîka dixwaze Îran qebûl bike ku Îsraîl hêza herî mezin ya herêmê ye û Îsraîl çi bike jî teqez naxwaze ku Îran tola xwe hilîne. Ya duyemîn jî ew e ku dixwaze Îran hilberîna nukleerî rawestîne. Lê belê li hemberî vê yekê, Îsraîl berhevbûna xwe ya nukleerî û hilberîna atomê didomîne. Lê belê kes di vê mijarê de tiştekî nake."
‘DYA NEKARÎ RÎSKÊ BISTÎNE’
Rencûs da zanîn ku mîsîlmeyên Îranê destnîşan kir ku dê heta dawiyê şer bike, di demeke wiha de Amerîka şerê sing bi sing talûke dibîne û wiha axivî: “Ez bawer nakim ku Amerîka têkeve şerekî dijî Îranê ku ev çend sal in berdewam e; dê encamên wê pir giran bûna. Amerîka nikare vê hilgire. Eger DYA şer ragihîne, dibe ku di navbera eniyan de rê li ber şer veke. Û di şerekî gengaz ê navbera eniyan de wê Îsraîl bihata tinekirin. Ji ber vê yekê, DYA’yê nekarî vê rîskê bistîne. Sedemeke din a agirbestê jî ew e ku karîna Îranê ya tola li dijî Îsraîlê bi fuzeyên bibandor, baweriya ku Îsraîl wekî welatê hêza leşkerî ya herî pêşketî li tevahiya herêmê ye, şikand. Ji ber vê yekê, şerekî demdirêj hem ji bo Îsraîlê hem jî ji bo DYA tê wateya hilweşînê.”
‘AGIRBEST GIRÎNG E’
Hamîde Rencûs anî ziman ku agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de ji bo herêmê girîng e û wiha got: "Eger ev agirbest çênebûya, wê ji aliyê hevalbendên Îranê ve veguheriya şerê li dijî endamên NATO'yê û monarşiyên li herêmê. Ji ber vê yekê ev tiştekî pir xetere ye û dê herêmê gur bike. Ev yek yekser bandorê li Tirkiyeyê dike. Ji ber ku qada hewayî ya Tirkiyeyê ji bo êrîşa li dijî Îranê tê bikaranîn. DYA û Ewropa vî şerî fînanse dikin, lê herêm wê wêran bibe. Ez ji bo niha îhtîmaleke wiha nabînim. Ji ber ku aboriya DYA û pozîsyona siyasî ya Trûmp nikarin xwe li vê rabigirin. DYA li dijî helwesta nîjadperest a şer a Trump helwest nîşan da û êrîşa bi fuzeyan rexne kir. DYA ji bo vejandina aboriya xwe tevgeran dike, di heman demê de Trump jî diçe her welatî, bi rêya sûdwergirtina şer trîlyonan vedigerîne. Armanca herî girîng a Trump ew e ku aboriya xwe baş bike û nîşan bide ku lîderek e ku di hilbijartina pêş de çi dibêje dike.”
Hamîde Rencûs êrîşa Îsraîlê ya li hemberî Îranê weke "êrîşa emperyalîstan" bi nav kir û destnîşan kir ku divê her kes li dijî van êrîşan bisekine. Rencûs axaftina xwe wiha dewam kir: "Destwerdanên emperyalîstan ti carî azadiyê ji gelan re naynin. Zilm, mirin û koletiya zêdetir tînin serê gelan. Rewşa Li Sûriyê ku mudaheleya emperyalîst lê heye, mînakeke nêz e. Rejîma Şamê ji ber ku li dijî dorpêçkirina cîhadîzma cîhanî ya ku li ser gelê Sûriyê tê meşandin ranewestiya, hate rûxandin."
Hamîde Rencûs bal kişand ser pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi rêbazên şer nayên çareserkirin û got, "Hûn nikarin bi rêbazên şer bersivê bidin daxwazên gelan. Eger li Rojhilata Navîn dîzayneke rasteqîn tê kirin, divê ev ne dîzayneke ji aliyê Îsraîl an jî emperyalîstan ve ji bo berjewendiyên xwe hatiye afirandin be. Divê gel destûrê nedin vê yekê. Jixwe gelan daxwazên xwe yên demokratîk bi rêyên rewa tînin ziman. Rojhilata Navîn ancax bi demokratîkbûyînê dikare aştiyê pêk bîne. Ji bo vê jî têkiliya birêxistinkirî ya gelan pêwîst e. Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e."
MA/ Esra Solîn Dal