ANTALYA - Rewşa tenduristiyê ya girtiyê bi navê Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar e û nexweşê giran e, li girtîgehê roj bi roj nebaş dibe. Dayika Ayik Hûlya Ayik banga berdanê kir û got, "Devrîm ji çarenûsa xwe re tê hiştin, li benda mirinê hatiye hiştin."
Ayik di sala 2015'an de dema li Îzmîrê Kovara Ozgur Halkê belav dikir hate binçavkirin û bi sûcdariya 'endametiya rêxistinê' hate girtin. Ji ber xirabbûna rewşa wî ya tenduristiyê piştî demekê serbest hate berdan. Lê belê di Çileya 2021'ê de careke din hate girtin û li Girtîgeha Tîpa T a Antalyayê ma û ji wê rojê û vir ve di nava şert û mercên girtîgehê de têkoşîna jiyanê dide.
Devrîm Ayik ku nexweşiya Crohn, bihîstin û korbûnê û pirsgirêkên giran ên diranan heye, di şert û mercên girtîgehê de rewşa wî ya tenduristiyê xirabtir bûye. Dayika wî Hûlya Ayik diyar kir ku kurê wî di hefteyên dawî de kîlo kêm kiriye û zeyîf bûye, êşên giran dikişîne û nekarî tedawiya bingehîn bibîne.
'ÊDÎ HÊZA WÎ NEMA'
Hulya Ayik di 17ê Hezîrana 2025'an de serdana kurê xwe kir û wiha got: "Êdî zikê wî bi pişta wî re bûye yek. Çermê wî spî bûbû. Dema min pirsî, 'te çima ewqasî kîlo daye?' got, 'êdî nikarim tiştekî bixwim'. Di hefteyekê de du caran birin odeya lezgîn, tenê ji bo serûm û derziyan lêxin û paşve şandin. Hemşîre jî dibêjin, 'tu çawa di girtîgehê de yî?' Lê belê doktorên rapora komîteyê amade dikin, vê rastiyê nabînin."
Dayika Ayik ku dibêje ew di qonaxa dawî ya nexweşiya Crohn de ye got, "Doktoran destnîşan kirin ku qonaxa din pençeşêr e. Tedawiya derziyê hate destpêkirin, lê divê derman di wextê da û bi rêk û pêk were dayîn. Ev yek li girtîgehê ne pêkan e. Dermanên dixwe jî bi rêk û pêk nayên dayîn."
MAFÊ TEDAWIYÊ TÊ ASTENKIRIN
Devrîm Ayik di her du guhan de ji sedî 50 kêm dibihîze û hat ragihandin ku ev 4 sal in nayê emeliyatkirin. Di dema xwarinê de diranên wî parçe parçe dibin û tê destnîşankirin ku divê emeliyata hundirê dev jî bi lezgînî bê kirin. Dayika wî Hûlya Ayik bang li rayedaran kir û got, "Kurê min li girtîgehê terkî mirinê kirine. Divê girtiyên nexweş ên giran ên mîna Devrîm di girtîgehê de nemînin û serbest bên berdan."
ZEXTÊN LI GIRTÎGEHAN
Dayik anî ziman ku girtî piştgiriyê didin pêvajoya bi banga Abdullah Ocalan destpê kiriye û got, "Ev pêvajo bi yekalî nikare bê meşandin. Zextên li girtîgehan ji yên berê mezintir in. Mirovên tendurist jî nikarin biçin nexweşxaneyê û bi vî rengî nexweş dikevin. Girtiyên nexweş niha li şûna tedawiyê li benda mirinê ne. Pêwîst e ji bo girtiyên nexweş tiştên şênber bên kirin." Dayik Ayik bertek nîşanî taloqkirina cezayan da û destnîşan kir ku divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan
Dayikê herî dawî peyama ku Devrîm Ayik ji girtîgehê şandiye parve kir û peyam wiha ye: "Me heta roja îro li zindanan li ber xwe da û em ê ji niha û pê ve jî li ber xwe bidin. Em dixwazin hevrêyên me yên li derve, nûner, parêzer û saziyên civakî dengê me bidin bihîstin. Yekane daxwaza me ev e."