ŞIRNEX - Gundê Sakê yê Elkê, navê xwe ji Qral Sakon digire. Gundê ku bi sedan sala ye li ser pêyaye, di heman demê de hafizeya dîrok û berxwedanê ya gel e.
Gundê Sakê yê navçeya Elkê ya Şirnexê di qeydên dewleta Tirk de weke “Taşkiran” derbas dibe. Lêbelê xelkê herêmê bi hezaran sala ye jê re dibêje “Sakê.” Navê gund, piştî ragihandina komarê di sala 1926’an de weke “Taşkiran” hate guherandin. Li gorî şêniyên gund, gund vî navê xwe yê qedîm ji Qral Sakon digire ku serdemekê li xaka Mezopotamyayê hikûm dikir. Li gorî vegotinan; Sakon ev gund di navbera herêmên Berwarî û Goyanê de ava kir û veguherand navendeke stratejîk, leşkerî û îdarî.
QRALTIYEKE DI NAVA KEVIRAN DE HATIYE AVAKIRIN
Geliyê gund tê de hatiye avakirin, bi kevirê mezin dorpêçkirî ye. Lewma bi serdema komarê re navê wê weke “Taşkiran” hatiye guherandin. Lêbelê şêniyên gund ne navê rast ê gund ne jî rabûrdiya wê ji bîr nekiriye. Yek ji kalên gund wiha dibêje: “Em ji vê derê re dibêjin Sekê. Ji ber Qral Sakon li vir dijiya. Wiha ji dapîr û bapîrên me ji me re ma. Li vir çîroka her kevirekî heye.”
BÎR
Gundê sakê, di salên 90’î de rastî polîtîkaya valakirinê hat. Gelek avahî hatin şewitandin û gel bi darê zorê hate koçberkirin. Şêniyên ku bi salan piştre vegeriyan gundê xwe, malên xwe bi destê xwe çêkirin û bicih bûn. Hêj îro jî bi dehan malbat tevî şertên zehmet jî li Sakê dijîn. Li Sakê hêj jî kevneşopiya dengbêjiyê û vegotina dîrokê didome. Şêniyên gund dibêjin; “Ev der ne tenê gundek e. Dîroka me ye, nasnameya me ye. Bi navê Sakon, bi kevirên Sakê, bi zimanê çiyayên Sakê em dijîn. Dewlet jê re çi dibêje bila bibêje em ê navê vê xakê nedin jibîrkirin.”
MA / Zeynep Durgut