NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora PRIO’yê parve kiriye; dinya pêvajoyeke şer a ji sala 1946’an girantir dijî.
Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Norwêcê (PRIO) raporeke nû weşand û diyar kir ku sala 2024'an li cîhanê 61 caran şer qewimî, ku ev hejmar ji sala 1946'an û vir ve hejmara herî zêde ye.
Li gorî PRIO'yê ev rewşa ku rekora sala 2023'an jî li pey xwe hişt, nîşan dide ku pirsgirêkên bingehîn ên tundiya li cîhanê zêde bûne. Rapor li gorî daneyên ji aliyê Zanîngeha Uppsala ya Swêdê ve hatin berhevkirin, hate amadekirin. Lêkolînerê sereke yê raporê Siri Aas Rustad, got: “Ev yek ne tenê zêdebûneke demkî ye, li gorî deh sal beriya niha cîhan hîn bêhtir bû qada şer û parçebûnê.”
Di sala 2024'an de li 36 welatan 61 caran şer qewimî. Li hin ji van welatan ji carekê bêhtir şer qewimî. Afrîka bi 28 caran bû ew qad ku herî zêde ji şer bi bandor bû. Li Asyayê 17, li Rojhilata Navîn 10, li Ewropayê 3 û li Amerîkayê jî 2 caran şer qewimî. Di şer de nêzî 129 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.