AMED - Serlêdanên ji bo 7'emîn Pêşbirka Lîstikên Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî dest pê kirin.
Serlêdanên ji bo 7’emîn Pêşbirka Lîstikên Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî ku ji hêla Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, dest pê kirin. Pêşbirk, bi mebesta pêşxistina nivîskariya lîstikên Kurdî, teşwîqkirina nivîskarên nû/ciwan, lêzêdekirina metnên nû/nûjen ên li repertuara wêjeya şanoya Kurd û civakên şanoya Kurdî tê lidarxistin. Xelatên pêşbirkê li ser navê nivîskarê Memê Alan (1918) Ebdurrehûm Rehmî Hekarî tên dayin.
DÊ 3 LÎSTIKÊN SERKEFTÎ BÊN XELATKIRIN
Encamên pêşbirka îsal dê di hefteya ewil a meha Cotmehê de bên aşkerakirin. Serlêdan heta 31’ê Tebaxê dê bidomin. Di lijneya bijêran de Dr. Ghotbedin Sadeghi, Helket Edrîs, Kawa Şêxê, Rûgeş Kirici û Şîlan Alagoz hene.
Lîstikên bûne yekemîn, duyemîn û sêyemîn dê bên xelatkirin. Dê ji lîstika yekemîn re 80 hezar TL, ji ya duyemîn re 60 hezar û ji ya bûye sêyemîn re jî 40 hezar TL bên dayin. Her wiha 20 hezar TL dê xelata mansiyonê bê dayin.
Di heman demê de metnên xelat wergirtin dê ji hêla Lijneya Repertuarê ya Şanoya Bajar ve bên nirxandin û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê weke pirtûk çap bike.
ŞERTÊN SERLÊDANÊ
Şertên serlêdanê ev in:
* Lîstik dikare ji xebatên nûser an jî ji berhemên roman, çîrok, helbest, bîranîn û hwd. bên lêguncandin.
* Metnên lîstikê divê herî kêm ji 30.000 (Sih hezar) karekterên bênavber ên komputerê pêk bên.
* Hewceye lîstikên ji pêşbirkê re tên şandin, heta roja dawî ya serlêdanê li tu cihekî nehatibin weşandin, li şanoyên profesyonel û hwd. nehatibin lîstin û di pêşbirkan de xelat wernegirtibin.
* Her nivîskar herî zêde dikare bi lîstikekê tev li pêşbirkê bibe.
* Nivîskarên ku navên wan di serlêdanan de cih digirin divê navên xwe, navnîşanên xwe, kurtejiyana xwe û hejmara telefona xwe têxin nava zerfekî remza wan li ser û tevî metna lîstikê ya remzên wê li ser nivîsandî bişînin. Metnên ku agahiyên nasnameyê veşarî û ne di zerfa bi remz de dê neyên nirxandin.
* Metnên lîstikê yên ku dê wek dijîtal bên şandin, hewceye herî dereng heta 1’ê Tebaxa 2025’an bi rêya e-postayê bên şandin. Di heman demê de hewceye nivîskar weke dosyayeke cuda kurtejiyana xwe ku e-postaq û remzên wan jî li ser bin û agahiyên ragihandinê bişînin.
Navnîşanên ku dê lîstik jê re bên şandin ev in:
Cadeya Stasyonê, Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç, No: 65, 21100, Bajarê Nû / Amed
Tel: 0412 502 90 18
E-mail: pespirkasano@gmail.com