AMED - Beşdarên Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd Xeman Zana Eshed û Îman Abdurrezak Mihammed ji bo demokrasî û aştiyê bal kişandin ser têkoşîna jinên Kurd û girîngiya yekîtiya neteweyî.
1'emîn Konferansa Parlemeterên Jin ên Kurd di 28-29 'ê Gulanê de li Amedê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate lidarxistin. Ji Kurdistan, Tirkiye û dîasporayê gelek parlamenterên berê û nû beşdarî konferansê bûn. Gelek parlamenterên berê û yên heyî, ku tevlîbûna wan a yekser ji dîaspora yê û herêmên din, ku Rojava jî di nav de ye, bi online beşdarî konferansê bûn. Endama berê ya Parlamentoya Iraqê Xeman Zana Eshed ku di konferansa ku di serî de avakirina têkoşînên hevpar û rêxistinkirina toreyan û pêşxistina helwesta hevpar a ji bo aştiyê hate gotûbêjkirin û diyar kir ku ev cara yekem e ku parlamenterên jin ên Kurd tên cem hev û ev konferans weke 'karekî pir baş' pênase kir.
Xeman Zana Eshed anî ziman ku hevdîtinên bi vî rengî zemînê nîşan didin û got, "Ev hevdîtinên bi vî rengî ji bo dîtina dema pêş gelekî baş in. Lê mixabin gelek hevalên me ji ber ku li sînor vegeriyan nikarîbûn werin. Komeke din jî nikarîbû ji Ewropayê bihata. Hêvî dikim sala bê em hemû bi hev re bin."
'JI BO AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ XEBAT DIVÊ'
Xeman Zana Eshed da zanîn ku aştî û demokrasî wê yekitiya Kurdan mayînde bike û wiha got: "Ne demokrasî, ne jî projeya aştiyê bêyî jinê dikare bi ser bikeve. Pir baş e ku jin di parlementoyê de bin. Her çend hejmara me ya jinê ya li parlamentoyê gelekî kêm be jî, ji bo me destketinek gelekî erênî û girîng e."
Xeman Zana Eshed diyar kir, hêvî kir ku jin karên baştir bikin û divê hewldan dewam bikin û destnîşan kir ku her jin ji aliyê pîşeyê xwe ve be jî divê ji bo aştî û demokrasiyê têbikoşe û wiha got: "Gelek rêyên cuda yên aştî û demokrasiyê hene. Lê ji bo vê jî divê her rê yek xebat were kirin, ji bo vê jî divê em ji bo aştî û demokrasiyê bixebitin."
GIRÎNGIYA YEKITIYA NETEWEYÎ
Xeman Zana Eshed diyar kir ku bi hêzbûn girêdayî yekitiya neteweyî ye û wiha got: "Eger em difikirin ku berjewendiyên me bi xwe jî di nava yekitiya neteweyî de derbas dibin, hingî divê yekitiya neteweyî ji bo me esas be. Ji ber ku berjewendiya me ya hevpar yekitiya neteweyî ye. Di nava vê yekitiya neteweyî de her kes dikare bi rengê xwe, bi îdeolojiya xwe tevlî bibe. Lê hin tişt hene ku berjewendiyên neteweyî ne. Li vê derê her kes qala tecrûbeyên xwe dike, lê belê ji bo yekîtiya neteweyî divê em hev hişyar bikin, divê em bi hev re tevbigerin."
'BANGA ABDULLAH OCALAN GIRÎNG E'
Xeman Zana Eshed bal kişand ser girîngiya 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku her çend welatê Kurdan li çar parçeyan hatiye parçekirin jî ew hem bi jin û mêran re li dijî vê yekê disekinin. Xeman Zana Eshed diyar kir ku ji ber fedakariyên hatine kirin divê piştgiriya aştiyê bê kirin û wiha got: "Ji bo vê yekê divê em projeya aştiyê xwedî derkevin û biparêzin. Ji ber vê yekê banga Ocalan bangeke girîng e. Weke jinên Başûr em ji vê projeya aştiyê gelekî kêfxweş in. Lê em bi baldar in. Em hêvî dikin ku nîqaş û muzakereyên li Bakur bigihijin encameke baş."
Xeman Zana Eshed anî ziman ku rewşa heyî ya Kurdan bi têkoşîna çekdarî ya hevpar a jin û mêran bi pêş ketiye û ev nirxandin kir: "Bi taybetî li Rojava, şervanên me yên jin ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya cîhanê bûne mînak. Eger têkoşîna me ji niha û pê ve rê li ber aştiyê vedike, lazim e her kes di nava siyasetê de li gorî mercên xwe gavan biavêje. Ya ku xizmetê ji Kurdan û mirovahiyê re dike, aştî û demokrasî ye. Eger aştî û demokrasî pêk were, wê bi awayekî xwezayî yekitiya neteweyî pêk bê. Bi vê pêngava nû re eger li gelemperiya Kurdistanê aştî û demokrasî pêk were, wê karê welatên wan xurt bibe û mafên me jî bên parastin."
TÊKOŞÎNA JINAN A JI BO BIDESTXISTINA ÎRADEYÊ
Parlamentera Iraqê Îman Abdurrezak Muhamed diyar kir ku jinên Kurd di her qadê de xwe îspat kirine û wiha berdewam kir: "Jinên Kurd bi têkoşîna xwe li gelek qadan xwedî derketin. Hem ji bo destketiyên jinan hem jî ji bo deskevtiyên têkoşîna Kurdan tevkariyeke wan a girîng heye. Ji ber vê yekê her jinek li berxwedanê xwedî derdikeve. Tevî hemû astengiyên li hemberî wan hatine danîn jî jinan di têkoşîna nirxên jinan û mirovahiyê de bûne xwedî îrade. Wan şerekî mezin meşand. Me nîqaş kir ku ji bo xizmeta jinan û parastina destkeftiyên jinan divê çi zagon werin danîn. Yê ku jiyanê ava dike jin e û ji ber vê yekê yê ku wê civakê azad bike jî jin e. Temînata vê yekê, rêziknameyên qanûnî û destûra bingehînî ne. Eger em karibin destketiyên jinan bi garantiyên qanûnî û destûra bingehînî ewle bikin, em ê bibin temînata gelê xwe û jinan."
Îman Abdurrezak Mûhammed da zanîn ku gelê Kurd heta niha hemû mafên xwe ewle nekiriye û gotinên xwe wiha dewam kir: "Jinan di tevahiya dîrokê de hem ji bo mafên xwe hem jî ji bo mafên xwe yên neteweyî mil bi mil bi mêran re têkoşiyan. Îro pergaleke dawî li şer bîne û meşandina demokrasiyê pêwîst e. Weke parlamenterên Kurd, ji bo geşkirina têkoşîna aştî û azadiyê em li hev kom bûne. Tevî ku her jinek ji herêmeke cuda tê jî, haya her kesî ji vê heye. Belkî partî û siyaseta me ji hev cuda bin, lê her yekê tecrubeya xwe berhev kir. Ji ber vê yekê em niha dibêjin: Êdî bes e, em mafên xwe dixwazin. Em dixwazin mafên me bi awayekî qanûnî û destûra bingehînî bên ewlekirin."
'JI BO AŞTIYÊ EM BIBIN YEK DENG'
Îman Abdurrezak Mihammed bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û bibîr xist ku Celal Talabanî jî xwestiye pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bi diyalogê çareser bibe û wiha got: "Em di dibistanên wî de mezin bûn. Daxwaza me hemûyan e ku em hemû ji bo misogerkirina aştî û demokrasiya bakurê Kurdistanê bibin yek. Em dixwazin ev bang serkeftî be. Daxwaza me ya hevpar ew e ku gelê Kurd bigihe mafên xwe û zordarî pêk neyê."
Îman Abdurrezak Mihammed anî ziman ku têkoşîna jinê ya li Kurdistanê ji cîhanê re mînak tê nîşandan û wiha axivî: "Dema pêwîstî pê hebe, jinan ji bo mafên xwe çek hilgirtin, bûn şervan, li parlamentoyê têkoşîn meşandin, bûn qaymeqam û tevlî mekanîzmayên biryardayînê bûn. Jin aştîxwaz in; her tim têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bilind kirine û di nava hemû gelan de aştî xwestine Jin her tim bûne mexdûrên şer. Ji ber vê yekê jin aştîxwaz in. Jinên Kurd di siyaset, çand, şer û her qadê de têkoşîna xwe bilind kirine û li hemû cîhanê deng vedaye. Jinên Kurd ji malên xwe heta siyasetê, ji aboriyê heta çandê li her qadê ji bo hebûna xwe têkoşiyan. Ev têkoşîn ji bo her kesî bûye mînak û li çar aliyê cîhanê deng vedaye. Ne hêsan e ku jinên Kurd li çar parçeyan bibin yek û di qonaxên pêş de aştiyê ava bikin. Gav bi gav pêşketin tê kirin. Ev yek bi têkoşînan ji me re hatiye derbaskirin û wê ji nifşên pêşerojê re bibe mîrateyek."
MA / Müjdat Can