EDENE - Li girtîgehên herêma Çukurovayê 11 jê giran bi giştî 46 girtiyên nexweş hene. Mehtap Sert a ÎHD’î got ku divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan.
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de û ragihandina biryarên kongreya PKK’ê, yek ji mijarên sereke tê nîqaşkirin jî berdana girtiyên nexweş e. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); li girtîgehan 335 jê rewşa wan giran herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 11 jê rewşa wan giran bi giştî 46 jê li girtîgehê Herêma Çukurovayê dimînin. Li Girtîgehên Kurkçuler û Sulucayê yên Edeneyê 11 jê rewşa giran 35 girtiyên nexweş, li Girtîgeha Osmaniyeyê 6, li Girtîgeha Hatayê 1 û li Girtîgeha Îskenderûnê jî yek jê rewşa wî giran 4 girtiyên nexweş hene.
ASTENGIYA ATK’Ê
Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê parêzer Mehtap Sert, diyar kir ku bi raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) berdana girtiyên nexweş tê astengkirin û got: “Tevî ku nexweşxaneyên dewletê dibêjin ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî ATK bi helwesteke siyasî tehliyeyên wan asteng dike. Amadekirina raporan bi demê re vedihêle û vediguherîne îşkenceyê. Weke mînak; ji bo girtiyê nexweş Îsmîal Tamboga teşhîsa penceşerê hatiye kirin û demekî dirêj li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tedawî bûye. Tenê şîr û biskuwît dane wî daketiye 34 kîloyê. Piştî israra me sewqî ATK’a Stenbolê hate kirin û li wir hate tespîtkirin ku di gurçikên wî de pirsgirêka proteînê heye. Tevî vê jî nehat berdan û bi vê yekê re mafê wî yê jiyanê tê binpêkirin.”
'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’
Mehtap Sert, axaftina xwe wiha qedand: “Divê hemû girtiyên nexweş ên rewşa wan giran li gorî raporên nexweşxaneyên baş tavilê bên berdan lê ji ber kirariyên burokratîk nexweş bi nexweşxane digerînin. Wisa ferz bike ku rapor stand, wê demê jî divê dozger vê erê bike. Îtîrazên li dijî di dema muayeneyê de ferzkirina kelemçeyê, lêgerîna nava dev, di dema muayeneyê de li wir hiştina cendirmeyan û hwd. ji hêla darazê ve bi necezakirinê tên xelatkirin. Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”