AMED - Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulçan Kaçmaz Sayyîgît di “Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd” de axivî û got. “Yekitiya neteweyî ya gelê Kurd e, ya jinên Kurd e. Dê teqez pêk bê.”
1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê tê lidarxistin û dê di rojan bidlme, li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê dest pê kir. Konferans, bi dirûşma “Em siyasetê demokratîk bikin, civaka demokratîk ava bikin” tê lidarxistin. Ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek parlamenterên jin ên Kurd tev li bûn.
Li eywana konferansê bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî pankartên “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk ava dikin”, Jin, jiyan, azadî” û “Heke jin azad bibe civak jî dê azad bibe” hatin daliqandin. Konferans, bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di konferansê de axivî.
BI ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ DENG HATE BILINDKIRIN
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, diyar kir ku konferansa wan dîrokî ye û got: “Yên karîn bên konferansê û yên nekarîn bên lê ruhê wan li vir jî hene. Ji ber sînoran, hinek hevalên me yên ku dewletê destûr nedayî bên hene. Em silavan ji wan re dişînin. Em silavên xwe ji Leyla Guven, Semra Guzel, Pexşan Ezîzî û hêj gelek hevalên me yên din ên li zindanan li ber xwe didin re jî dişînin.”
Bi domdarî Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser şert û mercên gelê Kurd tê de dijîn û ev tişt anî ziman: “Jinên Kurd, gelê Kurd gelek zehmetî kişandin. Netewe dewletan sê rê nîşan dan. Ya yekemîn; gelê Kurd dabeşî 4 parçeyan kirin. Ya duyemîn; gelê Kurd tune hesibandin û pişaftin lê ferzkirin. Ya sêyemîn jî nehiştin Kurd bên cem hev û yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Lê belê weke parlamenterên Kurd em îro dê ji bo yekitiya xwe bixebitin. Divê em xwedî li gotinên li vir tên kirin, biryarên li vir tên dayin derkevin. Heke em xwedî lê derkevin, em ê yekitiya xwe ava bikin. Şerê 3’yemîn ê cîhanê pêş dikeve. Felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ rêya sêyemîn nîşanî gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn dide. Çawa ku jinên Kurd bi felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' dengê xwe li cîhanê bilind kirin, di wê baweriyê de me ku tecrûbeyên hevalên me jî dê bi xwe re encamekî baş derxîne. Tevî mercên heyî jî li 4 parçeyên Kurdistanê û dîasporayê xebatên xurt tên meşandin. Jin dibêjin em di siyasetê de hene. Berxwedana jinan didome û dê bidome.”
‘DÊ YEKITÎ TEQEZ PÊK BÊ’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Birêz Ocalan dema qala Banga Aştî û Civaka Demokratîk kirî, li seranserî cîhanê deng veda. Em jin divê ji bo civaka demokratîk xebatên xwe mezin bikin. Berpirsyartiya me mezin e lê baweriya me zêde ye. Divê em xwedî li biryarên vê konferansê derkevin. Em zîhniyeta mêr-dewletê, polîtîkayên wan parçe bikin. Yekitî, ya gelê Kurd e, ya jinên Kurd e. Em ê teqez pêk bînin.”
Piştî axaftina destpêkê, sînevîzyoneke ku têkoşîna jinên Kurd vedibêje hate pêşandan.